Barbariya dewleta Tirk: Îro li Efrînê 21 sivîl hatin kuştin

Artêşa Tirk a dagirker ku ev 56 roj in bê navber êrîşî Efrînê dike, îro komkujiyeke din kir. Ji ber bomberdûmana li navenda bajêr 21 sivîl şehîd bûn ku piraniya wan zarok in. Bi dehan sivîl jî birîndar bûn.

Êrîşên dewlet Tirk ên li ser navenda bajarê Efrînê dewam dikin, ku bi sed hezaran sivîl lê dijîn. Bi balafirên şer, top û obusan yekser êrîş li sivîlan tê kirin.

 

Bîlançoya êrîşên danê vê sibehê li navenda bajêr hatin kirin giran dibe. Li gorî agahiyên ji nûçegihanên me yên li Efrînê ve hatin ragiahndin, ji duh êvarê ve herî kêm 21 sivîl şehîd bûne.

Navê çend ji sivîlên şehîd bûne:

Fadil Yusuf (46), Azad Bozo, Sabri Midewer (64), Ehmed Exlas (32), Şewket Henan (30), Qidret Bexlawa (70).

Ji 28 sivîlên birîndar ku rewşa piraniya wan giran e, yên navê wan eşkere bûn ev in:

Arif Bekir Sido 54,
Ferhat Muhammed 25,
Faik Xelil 21,
Meryem Muhammed (8 mehî)
Seyran Ayet (24)
Fatma Osman (55)
Hamide Reşo (60)
Abdurrahman Reşo (80)
Zekeriya Ahmed (60)
Silva Osman (2)
Reni Xelef (15)
Rema Xelef (15)
Arife Ibrahim (31)
Abdulvehap xelef (60)
Husseyin Xelef (35)
Umul Heci Xelef (55)
Muna Habeş (39)
Serwan Nehsen (8)
Muhammed Reşid Hemdus (42)
Zekeriya Amurî (40)
Hozan Alîko (29)
Xelil Muhammed Xelo (52)
Muhammed Hesen Ibl Abdo (35)
Emine Ibrahim (25)
Gulistan Hemduş (7)
Yara Hemduş (19)
Welid Muhammed Muhammed (63)
Ronahi Ismet (17)
Şiwan Menan Osman (32)

Ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker di nava 56 rojên dawî de zêdeyî 260 sivîl li Efrînê şehîd bûn.