Bandora qanûna Sezar a li bazara Sûriyeyê dewam dike

Tê payin ku qanûna Sezar hefteya bê bikeve meriyetê. Lê belê ji niha bazar tevizandiye. Lîreyê Sûriyeyê di nava 40 rojên dawî de bi rêjeya 200 ji sedî li pêşberî Dolar bêqîmet bû.

Qanûna Sezar (Bi navê xwe yê Erebî Kayser) a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ku pêkanînan li ser Sûriyeyê ferz dike, tê payin ku di 17'ê Hezîranê de bikeve meriyetê. Qanûna ku weke "Çeka aboriyê ya DYE'yê ya li dijî Sûriyeyê" tê binavkirin, bazara li Sûriyeyê tevizand.

Tevî ku qanûn hîn neketiye meriyetê, Lîreyê Sûriyeyê li pêşberî Dolar dihele û saet bi saet bandorê li bazarê dike.

Bi nêzîkbûna qanûna Sezar re Lîreyê Sûriyeyê di nava 40 rojên dawî de bi rêjeya 200 ji sedî li pêşberî Dolar bêqîmet bû.

Dolarekî Emerîkî di destpêka meha Gulanê de bi 1200 Lîreyê Sûriyeyê bû. Lê belê doh (8'ê Hezîranê) danê nîvro Dolarekî Emerîkî bû 3443 Lîreyê Sûriyeyê. Bi destwerdana ku nava rojê hate kirin Dolarek daket 2850 Lîreyê Sûriyeyê.

Ev liv û tevger bandoreke neyînî li bazarê dike. Hem esnaf hem jî mezêxer ji vê rewşê nerazî ne. Eger rewşa bazarê bi vî rengî bidome fikar hene ku li welêt krîzeke giran a aboriyê rû bide.

Li Qamişloyê, ji bo hînbûna buhayê dawî yê dolar em dikevin dikaneke pereguher. Pereguher dibêje ku sedema bingehîn a liv û tevgera heyî qanûna Sezar e, lê belê sermayedaran jî dolarê li bazarê vekişandiye ku ev yek jî bandoreke mezin li rewşa heyî dike.

Rewşa Lîreyê Sûriyeyê ya li pêşberî Dolarê Emerîkê bi dolar û lîreyê Sûriyeyê yê danî ser maseyê, vedibêje.

Pereguhêr 100 dolarî datîne ser 4600 lîreyê Sûriyeyê û dibêje, "Sala 2011'an beriya ku şerê navxweyî li Sûriyeyê dest pê bike 100 Dolarê Emerîkî bi 4600 Lîreyê Sûriyeyê bû."

Piştre 130.000 Lîreyê Sûriyeyê datîne ser maseyê û 100 Dolarê Emerîkî datîne ser û dibêje, "Beriya 4 mehan, beriya vîrûsa koronayê 100 dolar bi 130.000 Lîreyê Sûriyeyê bû."

Piştre jî 200.000 Lîreyê Sûriyeyê danî ser maseyê û 100 Dolarê Emerîkî danî ser û got, "Beriya 4 rojan 100 dolar bi vî pereyî dikir."

herî dawî jî 300.000 Lîreyê Sûriyeyê danî ser maseyê û 100 dolar danî ser wî pereyî û got, "Niha jî li gorî vê saetê, saet 15:00 100 dolar bi 300.000 lîreyê Sûriyeyê dike. Bawerin niha dest lê hate werdan û Dolarekî Emerîkî daket 2850 Lîreyê Sûriyeyê."

'SERMAYEDAR DOLARÊN XWE JI BAZARÊ VEDIKIŞÎNIN'

Pereguherê ku naxwaze navê wî bê eşkerekirin, destnîşan dike ku sedema herî mezin a vê rewşê Qanûna Sezar e, lê belê helwesta sermayedaran ku dolarên xwe ji bazarê vedikişînin, sedemeke mezin a rewşa heyî ye.

BAZAR JÎ DABEŞ BÛ

Sûriye niha weke herêmên rejîmê, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin parçe bûye, ku vê yekê di heman demê de aborî jî parçe kiriye.

Li Şam, Qamişlo û Idlibê nirxê Dolar ji hev cuda ye. Li Cerablûs û Ezazê li herêmên ku dewleta Tirk dagir kiriye bi giranî Lîreyê Tirk tê bikaranîn.

"Qanûna Parastina Sivîl a Sûriyeyê Caesar" ku 18'ê Kanûnê li Senatoya DYE'yê hate qebûlkirin, 21'ê Kanûnê jî ji aliyê Serokê DYE'yê Donald Trûmp ve hatibû pejirandin. Tê payin ku qanûn di 17'ê Hezîranê de bikeve meriyetê.

JI SALA 2011'AN Û VIR VE QÎMETÊ LÎREYÊ SÛRIYEYÊ LI PÊŞBERÎ DOLARÊ EMERÎKÎ

Lîreyê Sûriyeyê ji sala 2011'an û vir ve di vê astê de li pêşberî Dolarê Emerîkî bêqîmet bû:

2011: Dolarekî DYE'yî = 47 Lîreyê Sûriyeyê

2012: Dolarekî DYE'yî = 70 Lîreyê Sûriyeyê

2013: Dolarekî DYE'yî = 300 Lîreyê Sûriyeyê

2014: Dolarekî DYE'yî = 440 Lîreyê Sûriyeyê

2015: Dolarekî DYE'yî = 590 Lîreyê Sûriyeyê

2016: Dolarekî DYE'yî = 600 Lîreyê Sûriyeyê

2017: Dolarekî DYE'yî = 470 Lîreyê Sûriyeyê

2018: Dolarekî DYE'yî = 460 Lîreyê Sûriyeyê

2019: Dolarekî DYE'yî = 1000 Lîreyê Sûriyeyê

2020 (heta niha): Dolarekî DYE'yî = 1400 Lîreyê Sûriyeyê