BI DÎMEN

Bandor li hevrêyên xwe hemûyan kir

Şehîd Xebat Fedakar ku da pey armancên xwe û canê xwe feda kir, bandoreke mezin li hevrêyên xwe kir.

XEBAT FEDAKAR

Raco bedewiya Efrînê, stargeha çiyê, warê jidayikbûna Xebat. Bi şênkahiya xwe, bi malên xwe yên ji kevir ên dîrokî, bi mirovên xwe yên dilgerm mîna cihekî xewn û xeyalan e. Xebat li vî warê çîrokan mezin bû. Xwedî ruhekî wêrek, bi wefa û xêrxwaz bû. Kesekî xwedî ruhekî azad bû. Lehengekî biçûk ê Raco bû. Ciwanekî welê bû ku her kesî jê hez dikir, hurmet nîşan didan û dibûn dost. Bi helwesta xwe ya zane û xwînsar li nava her kesî bûbû cihê hurmetê. Wêrek, çalak û têgihiştî bû. Xebat bi qasî Efrînê bi heybet, bi qasî çiya serbilind bû. Xebat Fedakar (Bekir Hisên) ku ji gundê Meydana yê navçeya Raco ya Kantona Efrîn-Şehbayê bû di sala 1998'an de ji dayik bû. Di ciwantiya xwe de tevlî nava refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bû, zarokê malbateke welatparêz bû.

Di sala 2012'an de piştî ku çeteyên Cephet El Nûsra êrişî Efrînê kirin û hin şervan şehîd bûn, vê yekê bandoreke xurt li Xebat kir. Di axaftineke xwe de biryara tevlîbûna li nava YPG'ê bi vî rengî dinirxand:

"Çeteyan êrişî Efrînê kiribûn. Şervan şehîd dibûn. Şehadetên li Şêrawayê gelekî bandor li min kirin. Nedibû ku min şehadet ji nedîtî ve bihata, nedibû ku li malê bi rehetî rûniştibûma. Li pêşberî şehadetan tevlîbûn ji bo min erk û wezîfe bû û bi vê têgihiştinê beşdarî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bûm. Gihîştim wê encamê ku divê di şoreşê de bi rola xwe rabim."

Şehîd Xebat digot 'Şoreş mîna darekê her ku bê avdan wê mezin bibe. Eger em avê nedin vê darê wê hişk bibe' û di sala 2016'an de di salvegera Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê de hestên xwe bi vî rengî dianî ziman: "Şoreş ji ber xwe ve pêk nehat. Bi kedeke mezin a şehîdan Şoreşa Rojava pêk hat. Şoreşa li dijî mejiyê serwer û desthilatdariyê afirî, li ser keda şehîd Xebat Dêrik pêk hat, şîn bû. Şoreşa Rojava bi xwîna şehîdan hate avdan. Di nava şoreşê de min hevrêyên lehengên mezin nas kir. Şoreş eger îro gihîştibe vê astê bi saya van lehengan e. Lewma bi vê kedê Şoreşa 19'ê Tîrmehê veguherî Şoreşa Gelan. Azadiya Gelan wê bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê pêk were."

BANDOR LI GELEK KESÎ KIR

Di her gavê de xwedî stratejî, di her nêrînekê de xwedî hêvî bû. Zanîbû ku li ku derê çi bibêje, çi bike û bi biryardarî tevdigeriya. Bêdengiya wî ji ber kûrahiya fikrên wî bû. Gotinên wî kêm bûn lê bi wate û kûr bûn. Çavên wî ruhekî dilsoziya bi xakê re nîşan dida. Dema ku ket xaka Efrînê ew xak hîn bêhtir bi wate bû. Xaka Efrînê lehengî û wêrekiya şehîd Xebat li dîrokê nivîsand.

Bi dilxwaziya di çavên xwe de, bi bêdengiya xwe ya têgihiştî û fikrên xwe yên kûr enerjiyeke bêhempa diafirand. Ne tenê şervanek bû, di heman demê de mamosteyek bû, rê nîşan dida. Têgihiştin û tecrûbeyên xwe bi mirovan re parve dikir. Bandor li jiyana mirovan dikir, asoyên nû dida wan. Hem bi jêhatîbûna xwe ya pratîkî hem jî bi kûrahiya ruhê xwe rê nîşanî mirovan dida.

KELECANA WÎ JI BER HEZKIRINA JI JIYANÊ BÛ

Ne di gotinê de, lê di her kêliya jiyanê de kelecana wî dihate dîtin ku ev yek ji hezkirina ji jiyanê bû. Bi çalakî, tevlîbûn û dilxwaziya xwe hezkirina xwe nîşanî her kesî dida, di her kêliya jiyanê de nîşan dida. Bi sekna xwe ya hevgirtî bawerî dida mirovan, di hevrêtiyê de mînak bû. Ji hevrêyên xwe re bûbû stargeha herî pê bawer. Bi sekna xwe ya hevgirtî û samîmiyeta xwe bandor li dilê her kesî kiribû.

Bi kesayetiya xwe ya şoreşger ne tenê bi fikrê xwe her wiha bi keda xwe jî li pêş bû. Ji bo xebat şoreşgerî dihate weateya ked û fedakariyê. Di her gavê de ked ji bo şoreşê da û da pey armancên xwe. Ked ji bo Xebat şêweyê jiyana şoreşgerî bû. Di têkoşîna xwe ya bi biryar de ya li dijî çeteyan, bû lehengek. Di sala 2017'an de di pêngava Şehbayê de bi roleke mezin rabû, li Şehbayê ku gund bi gund ji çeteyan hate paqijkirin destan nivîsî.

BÛ NÎŞANEYA BERXWEDANÊ

Xebat di sala 2017'an de beşdarî Dewreya Şehîd Aljîn Gîvara ya li Akademiya Sabotajê ya Seyfî Cîhan a li Efrînê bû û gavên xwe bi şoreşê re avêt. Xwe bi ked û biryardariyê xurt kir. Di sala 2018'an de li ber êrişa artêşa Tirk a li ser Efrînê rabû. Weke sabotajvanekî perwerdekar ê pispor bû nîşaneya berxwedanê. Piştî ku êrişên dagirkeriyê belav bû di 23'ê Çileya 2018'an de li Efrînê şehîd bû.

Jiyana wî ya destanî wê bibe yek ji rûpelên kevneşopiya berxwedanê.