Bajarokê Dişîşa ji DAÎŞ'ê hat paqijkirin

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), bajarokê Dişîşayê ji DAÎŞ'ê paqij kirin.

Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de ku 3'ê Hezîranê ji nû ve dest pê kir, şervanên QSD'ê berê xwe dan bajarokê Dişîşa û gundên li derdora wê.

Şervanan bajarokê Dişîşa îro bi temamî ji çeteyên DAÎŞ'ê paqij kirin.

Şervanên QSD'ê piştî rizgarkirin bajarok dest bi paqijkirina herêmê ji mayin û bermahiyên çeteyan kirin.

Çeteyên DAÎŞ'ê piştî ku li Sûriye û Iraqê derbên giran xwar û têk çû, Dişîşa ji bo xwe weke baregehekê bi kar dianîn û gelek serçete lê bûn. Dişîşa li ser sînorê Iraq û Sûriyeyê weke navendeke girîng a DAÎŞ'ê bû.