Bagera Cizîrê: 3 jin û 5 zarokên Êzidî hatin rizgarkirin

Pêngava Bagera Cizîrê di roja xwe ya 70’an de bi hemû leza xwe didome. Hêzên QSD’ê ber bi çemê Firatê ve pêş ve diçin.

Pêşveçûna şervanên QSD’ê di Bagera Cizîrê de didome. Heta  niha 5 hezar kîlometrekare erazî û gelek cihên stratejîk ketine destê şervanên QSD’ê, her wiha bi hezaran sivîl jî ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatine rizgarkirin.

Çeteyên DAIŞ’ê ku pir tengav bûne êrîşî eniyên şervanên QSD’ê dikin. Çeteyên DAÎŞ’ê şevê din di saet 16:30’an de êrîşî qada Tenek a  petrolê kû 10 km dikeve Başûrê Rojhilatê Dêrazorê kirin. Şervanên QSD’ê bersiv da êrîşên çeteyan û di encam de wesayîtekî bombebarkirî û wesayîteke BMB hate rûxandin. Her wiha cenazeyê 7 çeteyan jî kete destê şervanên QSD’ê.

Piştî kû şervanên QSD’ê êrîşa çeteyan şkandin, bi operasyoneke taybet êrîş birin ser çeteyên DAIŞ’ê yên 15 km li rojhilatê Heqil Tenek. Di vê operasyonê de gelek çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Li aliyê din şervanên QSD’ê 3 jin û 5 zarokên Êzidî kû di fermana Şengalê ya  2014’an de hatibûn revandin ku çar sal in di destê çeteyên DAIŞ’ê de bûn ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatin rizgarkirin. Şervanên QSD’ê 3 jin û 5 zarokên rizgarkirî yên Êzidî birin cihê ewle.