Bîlançoya hefteyekê ya Bagera Cizîrê

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de bi pêş ve diçin, di nava hefteyekê de herêma petrolê ya Tenekê û 4 gundên girîng ji çeteyan paqij kirin.

Herêma petrolê ya Tenek ku piştî El Umer herêma herî mezin a petrolê ya Dêra Zorê ye, ji çeteyên DAIŞ'ê hate paqijkirin.

Bîlançoya hefteya dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê wiha ye:

Hêzên QSD'ê 12'ê Mijdarê Heqil Tenek û gundên El-Bisêra yên li sêkoşeya Xabûr Firatê ne ji komên çete yên DAIŞ'ê rizgar kirin. Di şer de 24 çete hatin kuştin û wesayiteke bombebarkirî a çeteyan, her wiha 2 wesayitên doçka li ser hatin rûxandin. Şervanan her wiha miqdarek çek û cebilxane desteser kirin.

Di 13'ê Mijdarê de jî şervan gihiştin baregeha çeteyan a li rojhilatê Firatê û di navbera şervanan û çeteyan de şer derket. Şer li derdora Heqil Tenek û derdora gundê El-Bisêra rû da. Di vî şerî de 11 çete hatin kuştin, her wiha şervanan wesayiteke çeteyan rûxandin. Şervanan di şerê wê rojê de gundê El-Şel ê li aliyê rojava bi temamî rizgar kirin.

14'ê Mijdarê çeteyan êrîşî nuqteyên şervanan ên li nêzî Heqil Tenek û gundê Şel kirin. Şervanan êrîşa çeteyan şikandin. Di şer de 14 çete hatin kuştin.

Şervanên QSD'ê di roja 67'an a Pêngava Bagera Cizîrê de li bajarokê Siwerê bi 4 kîlometreyan bi pêş ve çûn û li gundê Deban jî bi 5 kîlometreyan bi pêş ve çûn.

Li vê herêmê jî di şer  de 34 çete hatin kuştin û motorsîkletek û wesayiteke bombebarkirî ya çeteyan hatin rûxandin. Her wiha miqdarek ji çek û cebilxaneyên desteserkirin.

Di 17’ê Mijdarê de şervan li rojhilatê bajarê Meyadîn ber bi gundên El-Teyan û Wasiyan ve pêşketin.

Şervanan di encama şer de wesayitek çeteyan a doçka li ser rûxandin û erebeyeke bombebarkirî a çeteyan destserkirin.

Di encama pêşketina şervanan hêza çeteyan hilweşiya, çeteyên ku nikarîn li ber pêşketina şervanan li ber xwe bidin êrîşî sivîlan kirin û erebeyeke bombebarkirî di nava sivîlan de teqandin. Di encamê de 20 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan sivîl birîndar bûn.