‘Azadiya fiziki ya Abdullah Ocalan mifteya azadiya jinan e’

Endama Kordînasyona Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyayê Feyrûz Xelîl anî ziman ku azadiya fiziki ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mifteya azadiya jinan e.

Kordînasyona Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Feyrûz Xelîl têkildarî çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî. Xelîl diyar kir ku dewletên navneteweyî ji ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ên li ser azadiya gelên bindest, ditirsin û wiha got: “Netew-dewlet hewl dide mirovan di nava qalibên bêedaletî û çewsandinê de bi cih bike. Berovajî vê ramanên Rêber Abdulah Ocalan hişt ku gel vê tirsê bişkînin, çarenûs û biryara xwe di warê civakî de bigirin.”

Xelîl anî ziman ku jinên Reqayê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe nas kirine û got: “Beriya ku jinên Reqayî ramanan Rêber Abdullah Ocalan hîn bibin nikaribû xwe bi rêve bibe, rola xwe di nava civakê de çalak bike û di nava civakê de biryaran bigire. Bi hînbûna fikrên Rêber Abdulah Ocalan rastiya jinên Reqayî guherî. Jinên Reqayê bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan xwe nas kirin û bi tevahî pê bawer bûn ku azadiya wê bi azadiya Rêber Abdulah Ocalan ve girêdayî ye.”