Artêşa Tirk tevî çeteyên xwe agir berdide zeviyan

Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe agir berdan zeviyên navbera gundên Til Werdê û Merdûdayê. Her wiha gule berdan kesên ku dixwestin şewatê vemirînin.

Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe obus û hawan avêtin zeviyên navbera gundên Til Werdê û Merdûdayê ku bi 20 kîlometreyî li bakurê Eyn Îsayê ne. Ji ber toparanê agir bi zeviyan ket. Zeviyên genim ku bi kedeke mezin a şêniyên herêmê hatin çandin, bi topbarana artêşa Tirk şewitîn.

GULE BERDAN ŞÊNIYÊN HERÊMÊ

Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe her wiha gule berdan şêniyên herêmê ku dixwestin şewata li zeviyan vemirînin. Her wiha bi wesayitên zirxî li dora zeviyên agir pê ketin geriyan û bi vî rengî nehiştin ku kes şewata li zeviyan vemirînin.

Dewleta Tirk tevî çeteyên xwe sala 2019'an jî agir berdabûn zeviyên şêniyên herêmê.