Artêşa Tirk li Rojava gelek qadên niştecihbûnê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker li Minbic, Efrîn û Hesekê gelek qadên niştecihbûnê topbaran kir.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Ereb Hesen û Yalanlî yê bakur û bakurê rojavayê bajarê Minbicê bi topên hawanan topbaran kir. 

Hat ragihandin ku dagirkeran gundê Şewarxa yê navçeya Şera ya Efrînê bi tankan topbaran kirin û her wiha gundên gundên Wihêla Ereban, Wihêla Kurdan û Bûbê yên navçeya Zirganê ya kantona Hesekê bi çekên giran topbaran kirin.

Agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.