Artêşa Tirk dîsa agir bi zeviyên Til Temirê xist

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wên li herêma Til Temirê dîsa agir bi zeviyan xist. Ji ber êrîşan gel nikarin şewatê jî bitefînin.

Duh artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê agir bi zeviyên gelek gundan xistin û hîn jî zadên gundewarên navçeyê Til Temrê dişewitînin.

Ev du roj in artêşa Tirk û çeteyên wê agir bi zeviyên gundên Erîşa, Dawidiyê, Sîbatiyê û Ezîziyê dike. Her wiha zeviyên gundên Reyhaniyê, Qasimiyê û Um El-Kêf a başûrê bajarê jî hatin şewitandin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê tîmên agirkujiyê dikin armanc, ji ber vê tîm nikare xwe bigihîne devera şewatê.