Artêşa Tirk a dagirker li Meydankê 5 sîvîl birîndar kir

Artêşa Tirk a dagirker bi balefirên şer êrîşî gundê Meydankê yê Efrînê kir û li vê derê 5 sivîl birîndar kir.

Artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser Efrînê didomîne û di van êrîşan de sivîlan dike hedef.

Artêşa Tirk a dagirker bi balefirên şer êrîşî navçeya Meydankê ya Efrînê kir. Li vê derê Newroz Nûrî Reşo (37), Dilşan Hesen Hemo (20), Mihemed Mustefa Seydo (22), Xedîce Mihemed Ebdo (45) ve Izet Mustefa (80) birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Îro jî artêşa Tirk a dagirker navçeya Cindirêsê bomberdûman kir û li vê derê 4 sîvîl qetil kir.