Artêşa Tirk a dagirker li gundên Zirgan û Til Temirê 11 kes birîndar kirin
Artêşaa Tirk a dagirker, li herêmên Zirgan û Til Temir ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herî kêm 14 gund dan ber bombeyan, 11 kes ji ber bombebaranê birîndar bûn.
Artêşaa Tirk a dagirker, li herêmên Zirgan û Til Temir ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herî kêm 14 gund dan ber bombeyan, 11 kes ji ber bombebaranê birîndar bûn.
Dewleta Tirk, hema bibêje her roj Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dide ber bombeyan. Li gor nûçeya ANHA’yê, 29 û 30’ê Tîrmehê 107 top li 14 gundên Zirgan û Til Temirê ketine.
Li gor Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê, artêşa Tirk, gundên Til Temirê 86 caran ji xwe re kiriye hedef û di encama topbaranê de zarok û kal û pîr jî di nav de herî kêm 11 sivîl birîndar bûne.