Artêşa dagirker gundê Zorava yê Tirbespiyê dan ber topan
Artêşa dagirker a Tirk, îro di saetên şevê de gundê Zorava yê ser bajarokê Tirbespiyê a girêdayî Kantona Qamişlo dane ber topan.
Artêşa dagirker a Tirk, îro di saetên şevê de gundê Zorava yê ser bajarokê Tirbespiyê a girêdayî Kantona Qamişlo dane ber topan.
Li gorî çavkaniyên ji leşkerî hatine girtin, artêşa Tirk di saetên 18:30 de gundê Zorava yê li ser sînorê Tirbespiyê dane ber topan. Ji ber sedema avêtina topan ziyan li avahiyan bû.
Li gundê Zorava yê ku 8 km ji navenda bajarokê Tirbespiyê dûre Sûryanî jiyan dikin.