Artêş û çeteyên Tirk gundên Kurdan talan dikin

Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe yên DAÎŞ-El Qaîdeyê ji aliyekî ve li Efrînê sivîlan dikujin, li aliyê din diziya mal û milkên Kurdan dikin û gundan talan dikin.

Artêş û çeteyên Tirk, li hemû gund û gundikên dagir kirine diziyê dikin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên pê bawer hatin girtin, artêşa Tirk fetwa daye ku malên li gundên hatine dagirkirin xenîmeta şer e, 'helal e' û bi vî rengî çeteyan li şer sor dike. Çeteyên ku bi vê armancê şer dikin, li gundên dagir dikin, çi dikin ber wan talan dikin.

Her wiha komên çete gund di nava xwe de payê kirine û kîjan komê kîjan gund dagir kiribe, eşyayên li wî gundî ew kom talan dike. Li gorî agahiyan, artêşa Tirk dema ku gundekî dagir dike du rojên ewilî nakeve nava gund û piştî ku komên çete temamiya gund talan dikin, hingî dikeve nava gund. Piştî ku dîmenê 'diziya mirîşkan' û desteserkirina traktora gundiyekî piştî înfazkirina wî di medyayê de hatin weşandin, derket holê ku artêşa Tirk ferman daye serçeteyan û ji wan xwestine ku endamên wan dema talanê dikin 'divê dîmenan nekişînin' û wesayitên desteser dikin jî divê plaqeyên wan jê bikin.

Komên çete piştî ku ji gundên Efrînê yên dagir kirine wesayit, makîneyên kar, amûrên çandiniyê, firaxên li nava malê, heywan û zeyt dizîn, birin li Îdlib, Hatay, Kîlîs, Dîlok, Ezaz, Cerablûs û Babê firotin. Hate ragihandin, eşyayên li navçeya Cindirêsê hatine talankirin bi giranî li Îdlib û Hatayê, yên li gundên navçeyên Şiyê û Raco hatine talankirin li Hatay û Dîlokê, yên li gundên Bilbilê û Şera hatine talankirin jî li Kîlîs, Ezaz û Cerablûsê hatine firotin.