Bi konferansa zanîngeh û akademiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re arîşeyên hîndekariya bilind û pergala wê ya azmûnê tê gotûbêjkirin. Konferansa ku ji hêla Zanîngeha Rojava, Zanîngeha Kobanê, Zanîngeha Efrînê û Akademiya Mezopomyayê ve hatî amadekirin li kampûsa sereke ya Qamişlo ya Zanîngeha Rojava dest pê kir.
Di roja pêşî ya konferansê de piştî xwendina raporên sê zanîngehan Endamê Hîndekariyê yê Zanîngeha Silêmanî Hewza Emîn û ji Zanîngeha Oxfordê Ahmed Kara bi rêya Skypeyê li konferansê axivîn.
'PÊŞNIYARA XEBATA HEVKAR A DI NAVBEYNA BAŞÛR Û ROJAVA DE'
Hewza Emîn got Rojava ji bo çar parçeyên Kurdistanê hêviyeke mezin e û diyar kir ku divê di navbeyna zanîngehên Rojava û Başûrê Kurdistanê de hevgirtinek çêbibe. Emîn domand, ''Zanîngehên Rojava û Başûr dikarin xebatên hevkar bikin. Zanîngehên Rojava her sal dikarin xwendekarn bişînin zanîngehên Başûr û her wiha yên Başûr jî dikarin wiha bikin. Her wiha peywirdarên hîndekarên jî dikarin xebateke wiha bikin. Di navbeyna zanîngehan de wê tecrûbe were parvekirin û ev ê ji bo du aliyan baş bibe''.

'CESARETEKE MEZIN E Û MIROV KELECANÎ DIKE'
Ji zanîngeha Oxfordê endamê hîndekariyê Ahmet Kara jî got li Rojava dema ku zanîngeh nû derketine ev bi pêşengiya aktorên derveyî devletê bûye û niha jî ketine rewşa ku xizmetê ji kapîtalîzmê û sermiyanê re bikin. Kkara got, ''Em akademîsyen^ne li Rojava, bi kelecanî vê girîngiya li Rojava ya di nav şer de ya ji bo perwerdehiyê dişopînin. Divê mirov bibêje ku ev wêrekiyeke mezin e. Em bêsebr in ku siberojê em bi hev re li wan zanîngehan bixebitin.''
'ARMANC XWESERIYA ZANÎNGEHÊ YE'
Li ser armancên konferansê Endamê Hîndekariyê yê Fakulteya Wêjeyê yê Zanîngeha Efrînê Welîd Bekir ji ANF'ê re axivî û got ji mêj ve ew hewl didin di hîndekariya bilind de hevkariyê pêk bînin û ew ê bikaribin bi vê konferansê vê pêk bînin. Bekir got ji bo zanîngeh û akademiyan pêdivî bi banekî heye û domand, ''Li gelek deverên cîhanê saziyên wiha hene. Lê em li derveyî saziyên klasîk dixwazin avaniyekê ava bikin. Li vir armanc ku mirov pergala hîndekariya bilind kontrol bike tine, em dikarin bibêjin ji bo pergala hîndekariya bilind destûrek tê çêkirin.''

Bekîr got, ''Di her şert û mercî de zanîngeh wê xweser bin û wê bibin cihên perwerdehiya zanistî, demokratîk û piranîxwz'' û domand, ''Di vê pergalê de ku ya tê avakirin wê pergala xebateke demokratîk û hilbijartinê bibe. Xwendekar, akademîsyen, civak û saziyên têkildar wê bibin xwedî xebateke hevpar''.
Bekir bgot niha zanîngeha Efrînê dagir kriiye û domand, ''Weke ku tê zanîn Zanîngeha Efrînê zanîngeha pêşî ya Bakur û Rohjilatê Sûriyê bû. Di 8 beşên zanîngehê de 500 xwendekarên me hebûn. Lê niha niha piraniya xwendekar û akademîsyenên me li zanîngehên Kobanê û Rojava ne. Em dixwazin bibêjin ku Efrîn wê azad bibe û Zanîngeha Efrînê dîsa vebe.''