Aqûbeta kesên li gundê Meratayê ne diyar e

Buroya Mafên Mirovan a herêma Cizîrê destnîşan kir ku ji ber zêdebûna êrîşên çeteyan li gundê Meratayê aqûbeta 3 hezar kesan ne diyar e.

Buroya Mafên Mirovan a herêma Cizîrê derbarê berdewama êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêma Efrînê û komkujiyên ku pêk tîne, daxuyaneyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku nexweşxaneya Avirîn pê re nagihêje hemû birîndarên êrîşan tedawî bike.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, li gorî çalakvanan ji hundirê Efrînê, navenda bajarê Efrînê duh ji seatên ber êvarî hetanî derengî şevê, ango hetanî saetên 02:00 ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bi dijwarî tê topbaran kirin û 100 fuze û obus li navenda bajarê Efrînê ketiye. Di encama wê de bi dehan sivîl ku piraniya wan jin û zarok in, birîndar û şehîd bûne. Her wiha gelek zerar gihişte mal û milkên sivîlan.

Buroyê di berdewama daxuyaniyê de destnîşan kir ku gundê Merata yê ku 5 km dikeve rojavayî bajarê Efrînê û hejmara niştecihên wê piştî pêla koçberiyê derdora 3000 kes lê dijîn; bi awayekî dijwar hate topbarankirin, paşê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derbasî gund bûn û hemû şêniyên gund di dibistanekê de kom kirin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

Mûdîrê nexwşxaneya Avrîn Dr.Ciwan Mihemed teqez kir ku ji ber topbaranê û hejmara zêde ya birîndar û qurbaniyan kadroyên nexweşxaneyê pêre nagihêjin ku wan derman bikin.