Akîf Hesekê: Li gel gelên herêmê em ê dagirkeriyê bidawî bikin

Yek ji Fermanarê QSD'ê Akîf Hesekê: Armanca me ew e ku li gel berxwedana heyî em QSD li ser hîmê parastina rewa dawî li dagirkeriyê bînin. Helbet li gel gelên herêmê em ê vê dagirkeriyê bi dawî bikin.

Yek ji fermanadarê QSD'ê Akîf Hesekê têkilî êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê got destkeftiyên Kurd jî di nav de, destkeftiyên hevpar ên gelên herêmê di hedefê de ne, diyar kir berxwedana gel û şervanan didome û got,''Di vê pêvajoya berxwedanê de gelê me bi dagirkeriyê re ji bêgavî xaka xwe berda, zarokên wan birîndar bûn, şehîd bûn.

Ev nîşana wê ye ku berxwedan didome û helwesta li dijî berxwedanê ye. Bi vê berxwedanê re hedefa me QSD'ê ew e ku bi çarçoweya parastina rewa dawî li dagirkeriyê bînin û xaka xwe ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wan paqij bikin. Helbet, li gel gelên herêmê em ê dawî li dagirkeriyê bînin.''

Hesekê têkilî êrîşên dagirker ên li ser Girê Spî û Serêkaniyê bi bîr xist ku bi 2011'an re li Rojava pêvajoya şoreşê dest pê kiriye, ev pêvajoya şoreşê bi keda bi milyonan mirov û bi hezaran şehîd çêbûye û bi pêvajoya şoreşê re li Rojava komên çete DAÎŞ û yên weke wê têk çûne. Hesekê got bi têkçûna DAÎŞ'ê re jiyaneke aram, ewle ya li ser xwîşk û biratiya gelan ava bûye, têkbirina DAÎŞ'ê ji bo Tirkiyê talokeyeke mezin bûye, ev mîna têkçûna xwe dîtiye û li gel çeteyên ku teslîmî wan bûne plana tasfiyekirinê sazkar kirine.

Hesekê got bi çarçoweya plana tasfiyekirinê bi navê Artêşa Azad û komên cudatir ên çete xwestine ku êrîşê bi ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê de bînin, pêşî êrîşên dagirker bi ser Efrînê de birine û li vir armanc ne tenê dagirkirin, destkeftî bûne û xwestine ku êrîşên dagirker zêdetir berfireh bikin û ji ber vê jî berê êrîşên dagirker dane ser Serêkaniyê û Girê Spî. Hesekê got gefên Erdogan û çeteyên wî didomin, DAÎŞ'ê jî dixwest ku di serî de Serêkaniyê û Girê Spî li herêmê serwer bibe û sedema ku vir dikin hedef ew  e ku gelek gelên bi xwedî cihêtiya etnîk û çandî li gel hev dijîn û ji çêbûna dîrokê re bûye dergûş.

Hesekê diyar kir wan jî li ser xeta Serêkaniyê têkoşîna xwe dane destpêkirin û berxwedan didome û got, ''Armanca êrîşa dewleta Tirk ew e ku vê asteng bike û têkoşîna me pûç bike. Bi van êrîşên dagirker armanceke dî jî ew e ku kantonên Cizîrê û Kobanê ji hev qut bike, serwerî rêya M4'ê bibe, taktîka wan jî, 'parçe bike, êrîş bibe ser û dagirker bike.''

Hesekê bal kişande ser dema êrîşê, 9'ê Cotmeha'ê û got, 'Ev destpêka komploya li dijî Rêbertî bû. Ji êrîşên ser Serêkaniyê û Girê Spî hedefa sereke rêya M4 e. Rêya M4 ji hêla stratejîk ve griîng e. Rêyeke navnetewî ye. Hem ji hêla civakî ve, hem ji hêla bazirganî û leşkerî ve xeteke rê ya girîng e.

Herêma Cizîrê bi Heleb, Şam û Kobanê re digihîne hev. Ji bo serweriya li herêmê ev xeta rê girîng e. Mijara xeta ewlehiyê ya bi 32 km jî ji vir tê. Ev hijmar hema wiha bi rasthatinî nehatiye hesêbkirin, di nav plana dagirkeriyê de û kontrola rêya M4'ê vedihewîne. Bi bidestxistina rêya M4'ê tê xwestin ku herêm were dagirkirin û têkiliya di navbeyna herêmên Cizîr û Kobanê de were qutkirin. Ji hêla civakî ve jî, ji bo hewcehiya jiyanî û aborî were astengkirin ev kirin hedef. Sedema êrîşa li ser Şergiran û Eyn Îsa jî ev e. Li ser vê xeta rê ya ku di destê QSD'ê de ye, dewleta Tirk û çeteyên wan biplan êrîşê tînin.''

Hesekê agirbesta di navbeyna Emerîka û dewleta Tirk de ya bi berxwedan Serêkaniyê û Girê Spî re bi bîr xist û got, ji ber ku hêza li herêmê ne û muxatab in rasterast bandor li wan jî kiriye, ew jî di nav pêvajoyê de bûne. Hesekê got, dewleta Tirk û çeteyên wê bi pratîkî agirbest bi cih neanîn, ev jî tê maneya ku hêzên mîna Emerîka û Rûsyayê çavê xwe ji vê re girtine, bûne hevkarên êrîşên dema pêvajoya agirbestê, ji hêla teknîk ve feyde li dewleta Tirk kirine û di raya giştî de bûne helwesteke xapînokî.

Yek ji fermandarê QSD'ê Akîf Hesekê got dewleta Tirk dixwaze qadên dagirkirî berfireh bike û ji bo vê êrîşan didomîne, plana tasfiyekirinê bidawî nebûye û got, ''Em QSD dagirkeriyê û êrîşên domdar ên dagirker qebûl nakin. Helwesta me ew e ku dagirkeriya li ser xak û destkeftinên xwe bişkînin. Çeteyan ji vê herêmê paqij bikin û dagirkeriyê bi dawî bikin. Di vê pêvajoya dawî de êrîş heta bi astekê ji hêla taktîk ve hatibe rawestandin jî, hem hemû dizanini ku êrîşên dagirker ên li ser herêmê wê bidomin.''

Hesekê her wiha got dewleta Tirk haziriya vê jî dike, ji hêla psîkolojîk ve jî dixwaze rêbaza şerê taybet li ser gelê Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi cih bîne, dewleta Tirk dixwaze li herêmê DAÎŞ'ê zindî bike û êrîş bi vê çarçoweyê ne.

Hesekê got, ''Helbet têkoşîn û berxwedana me bi taktîk û şêwaza nû wê bidome. Em dîsa bibêjin, armanc ne tenê destkeftiyên gelê Kurd e, destkeftiyên hevpar ên gelên herêmê ne. Ya ku kirine hedef vîna gel e.'

Berxwedana gelê me jî bidome. Di vê pêvajoya berxwedanê de gelê me bi dagirkeriyê re ji bêgavî xaka xwe berda, zarokên wan birîndar bûn, şehîd bûn.

Ev nîşana wê ye ku berxwedan didome û helwesta li dijî berxwedanê ye. Bi vê berxwedanê re hedefa me QSD'ê ew e ku bi çarçoweya parastina rewa dawî li dagirkeriyê bînin û xaka xwe ji ddagirkeriya Tirk û çeteyên wan paqij bikin. Helbet, li gel gelên herêmê em ê dawî li dagirkeriyê bînin. Û dîsa bi vîna gelên herêmê li qadên ku ji dagirkeriyê hatine paqijkirin wê jiyan bidome.''

Fermandarê QSD'ê Akîf Hesekê herî dawî got, ''Armanca me jî ew e ku em dawî li dagirkeriyê bînin, dewleta Tirk û çeteyên wan ji xaka xwe paqij bikin.''