Akademiya Şehîd Bêrîvan du dewreyên şervanên nû bi dawî kir

Akademiya Şehîd Bêrîvan ya şervanên nû dewreya Şehîd Lorîn û şehîd Avesta bi dawî kir ya ku ji pêkhateyên Ereb û Kurd pêk dihat. Perwerdehiya şervanan 45 rojan dewam kir û bi merasîmeke leşkerî hate bidaw kirin.

Fermandara YPJ’ê Rojda Şiyar beşdarî merasîma bidawîkirina herdU dewreyan bû. Fermandar Rojda bal kişande ser girîngiya meha Gulanê û wiha got, “Ev meh meha şehîdan e. Di meheke wisa giranbiha de dewreyeke wiha bi serkeftî hate bidawîkirin. Em di wê baweriyê de ne, wê ev dewre li hemberî hêzên dagirker bibe bersivek xurt. Ev di heman demê de dibe sozdayîna me ya ji şehîdan re û xwedî derketina me ya ji têkoşîn û doza azadiya welat.

Di vê mehê de salvegera şehîd Silava û şehîd Bêrîvan e. Herdu şehîdên me yên yekemîn in di nava refên YPJ'ê de. Ji bo wê jî em YPJ em ê şopdarê rêheval Silava û Bêrîvan bin. Careke din bi boneya meha Gulanê, meha şehîdan dewreya ku we bi dawî kir em li we û hemû hevalan û li gelê xwe pîroz dikin.”

Şervanên YPJ’ê merasîma xwe bi dirûşmeya: "An azadî an azadî û Jin Jiyan Azadî" bi dawî kirin. Şervanên ku cihê xwe di nava perwerdehiê de girtibûn hestên xwe wiha anîn ser ziman:

Şervana YPJ’ê Rojbîn Qendîl ya ku ji bajarê Humsê ye sedema tevlêbûna xwe wiha bi me re parve kir: "Ez Bi fikir û felsefeya jiyanê ya şervanên YPJ'ê bandor bûm. Hatina min ya vê perwerdehiyê ji bo min bû gaveke têkoşînê ya xurt. Rihê hevaltiya YPJ'ê û şêwazê jiyana wê hişt ku gelek ji vê jiyanê hez bikim. Jixwe gelek dersên me jî li ser esasê xwenaskirin û xweparastinê bû. Ez ê jî bi tevlêbûna xwe bibim layîqê vê keda ku hatiye dayîn.”

Şervana YPJ'ê Nîşa Botan jî qala tevlêbûna xwe ya nava refên YPJ'ê kir û wiha got: "Ez weke jineke Suryanî ji Efrînê hatim tevlî nava refên YPJ'ê bûm. Sedema tevlîbûna min dema dijmin êrîşên xwe bire ser Efrînê û li ber çavê min bi sedan însan bê sûc hatin qetil kirin, ev di min de hêrseke mezin ava kir û bû sedema tevlêbûna min. Armanca min ya sereke jî ev e ku tola rêhevalên xwe, tola gelê xwe rakim.”

Şervana YPJ’ê Nûcan Qamişlo jî bal kişande ser girîngiya xweparastinê û wiha got: "Bi rastî bi tevlêbûna xwe re, bi taybetî jî piştî vê perwerdehiyê ez giham wê baweriyê ku ger rê li ber jinan were vekirin, wê ew jin karibe xwe û welatê xwe jî biparêze. Ji ber wê hedefa min a sereke ev e ku ez welatê xwe û hemû jinên di bin zilm û zorê de ye, em karibin wan rizgar bikin û em karibin felsefeya Rêber Apo ya jiyana azad ji hemû mirovahiyê re bidin naskirin.”