‘Agirê Newrozê bi fikrên Rêber Apo geştir bû’

Şêniyên Kobanê û Efrînê diyar kirin ku Cejna Newrozê ji bo wan cejneke girîng e û gotin, “Me rastiya Newrozê bi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kir. Agirê Newrozê bi fikrên Rêber Apo geştir bû.”

Cejna Newrozê her sal li Kobanê û Efrînê bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Endama Komîteya Lihevkirinê ya Kampa Serdemê Reşîd Mihemed û endamê Saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Mihemed Sedîq der barê Newrozê de axivîn.

Endama Komîteya Lihevkirinê ya Kampa Serdemê Reşîd Mihemed diyar kir ku wî di navber salên 1985-1986'an hevalên li ser xeta navçeya Raco xebat dimeşandin hatin mala wî û got ku ew bi sekna wan, danûstandina wan ji zanebûna wan bi bandor bûye. 

Reşîd Mihemed anî ziman ku Cejna Newrozê di dema wan de bi awayekî zehmet dihate pîrozkirin û got: “Di sala 1985'an de Cejna Newrozê li gundê Kitix hate pîrozkirin. Di wê salê de hikûmeta Şamê bi awayekî eşkere bi çekdarî rabûn hemberî me û kesên sivîl jî birîndar bûn. Li gorî ku ewqas zehmetiyê jî me nedihişt zexta hikumeta Şamê bandorê li ser me bike. Me bi coşeke mezin bi govend, stran, komên şano û komên çandî Cejna Newrozê pîroz dikir.”

‘BI FIKRÊN RÊBER APO AGIRÊ NEWROZÊ GEŞTIR BÛ’

Mihemed da zanîn ku bi naskirina fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re agirê Newrozê geştir bû û wiha pêde çû: “Bi naskirina fikir û felsefeya Rêber Apo re me rastiya Newrozê re me dît. Bi fikrên Rêber Apo agirê Newrozê geştir bû. Kesên ku fikir û felsefeya Rêber Apo naskiribe nikare dev ji şoreşê berde. Ji bo min fikir û felsefeya Rêber Apo bûye nefesek.”

COŞA NEWROZÊ

Reşîd Mihemed anî ziman ku Cejna Newrozê cejna wan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her ku Newroz nêz dibe heyecan û coşa me zêdetir dibe. Em hêza xwe ji berxwedana hevalên ku xwe kirin mûm ji bo ronahiya gelê Kurd digirin. Em ê îsal Newroza xwe geştir bikin û bi agirê Newrozê bi hêviya serkfetinê geştir bikin.”  

Endamê Saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Mihemed Sedîq Cejna Newroza îsal li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên Kurdistanê û gelê Kurd pîroz kir. Mihemed Sedîq got ku wî di sal 1985'an tevgera azadiyê nas kiriye. Sedîq qala Newroza yekemîn li herêma Kobanê kir û wiha got: “Beriya sala 1985'an Newroz bi şahiyeke biçûk dihate pîrozkirin. Hikûmeta Şamê beriya Newrozê li ku derê rengê kesk, sor û zer bidîta ew kes dihate girtin û êşkenceyên herî giran lê dikirin.”

Mihemed Sedîq di axaftina xwe de qala Newroza wê demê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Wê demê heke me agirek biçûk jî dada, em bi zexteke mezin re rû bi rû diman. Piştî ku Şoreşa Rojava dest pê kir û me gelek salan bi awayekî azad Cejna Newrozê pîroz kir. Gelê me îro weke lehiyê diherike qadên Newrozê. Ev yek bi saya Rêber Apo û Şoreşa Rojava derktiye holê.”