Şewata li zeviyên Til Temirê berdewam dike

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan ku zeviyê çandî yên gundên Til Temirê dayîn ber agir, ji ber ku mudaxelekirina agir tê asteng kirin, şewat belav dibe.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wan, îro di seatên nîvro de zeviyên çandiniyê yên li Rojavayê navçeya Til Temirê, gundê Ezîziyê ya li ser rêya Serêkaniyê û gundên Rîhaniyê û Feyseliyê yên 6 km li Rojavayê navçeyê şewitandin.

Hat diyar kirin ku şewat ber bi gundê Um El Kêr ve bi pêş ve diçe.

Ji ber ku dagirker gule ber dide wan kesên dixwazin mudaxeleyî şewatê bikin, dike; şewat belav dibe.