Şewata li gundê Til Temirê berfireh dibe

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê li gundê Erîşa ya Til Temirê agir bi zeviyan xistibûn. Ev şewat gihişt gundên Tewîla, Til Kêfcî û Um El Kêfê.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê li gundê Erîşa ya Til Temirê agir bi zeviyan xistibûn. Ev şewat ji ser rêya M4’ê gihişt gundên Tewîla, Til Kêfcî û Um El Kêfê.

Li gundê Til Tewîlê 4 kes ji ber dûmaê jehrî bûn û ew rakirin nexweşxaneyê. Hate diyarkirin ku rewşa van 4 kesan baş e.

Endamê Koma Îtfaiyeyê ya Til Temirê Îsa Recep diyar kir ku dagirkeran li ber çavê hêzên Rûsya û Sûriyeyê agir bi zeviyan xistine.