Şewata ku dewleta Tirk li Eyn Îsayê derxist bi malan ket

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî zeviyên çandiniyê û gundên Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Şewat gihîşt gundekî, lewma gundî neçar man herêmê biterikînin.

Dewleta Tirk 21'ê Gulanê roja Pêncşemê li gundên Girê Spî û Eyn Îsayê agir berda zeviyên çandiniyê û çavkaniya bingehîn a gelê herêmê ye.

Saet di 16:00 de bi topan gundên Xalidiye û Hoşanê yên Eyn Îsayê hatin bombekirin. Şewata ku ji ber topbaranê derket bi bandora baheta sibeha roja Înê dewam kir.

Şêniyên gundê Hoşanê, ji ber ku şewat gihîşt malên wan neçar man malên xwe biterikînin.

Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku çeteyên êrişê dibin ser aboriya herêmê her wiha ji bo derbasî aliyê din ê rêya M4 a stratejîk bibin agir bi zeviyên herêmê dixin.

ŞEWATÊ BANDOR LI DEHAN GUNDAN KIR

Dewleta Tirk bi taybetî ji destpêka meha Gulanê ve êrişî çandiniyê dide ku çavkaniyeke bingehîn a debarê ya Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Li gorî daneyên ANF'ê di serî de li Girê Spî, Bab, Eyn Îsa, Til Temir, Şêra, Şêrawa û Kobanê ji destpêka meha Gulanê veli 30 herêman zeviyên çandiniyê yên gundiyan hatin şewitandin. Şewatê bandor li dehan gundan û bi hezaran kesan kir.

Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên DAÎŞ'ê di sala 2019'an de bi sed hezaran donim zeviyên çandiniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şewitandibûn û bi vî rengî xwestibûn derbê li aboriya Rêveberiya Xweser bixin.

Li gorî daneyên Komîteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser, par 435 hezar û 500 donim zeviyên çandiniyê hatin şewitandin.