Şervanên YPJ û YPG’ê: Newroz nasnameya hevpar a gelan e

Şervanên YPJ û YPG’ê Cejna Newrozê pîroz kirin û gotin, “Mazlûm Dogan bi 3 zilkên şixartê agirê ku Kawa pêxistî, geştir kir. Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Sema Yuce, Ronahî û Bêrîvanan jî bersiv dan bangawaziya Mazlûm Dogan.”

Newroz cejneke girîng e ku gelê Kurd û Kurdistanî mîrateya xwe ya hevpar a çandî pîroz dike û kevneşopiya berxwedanê zindî dihêle. Newroz sembola hêvî û berxwedana gelan e, her sal mirovan digihîne hev ku dîroka xwe ya hevpar bi bîr tînin û wan teşwîq dike ku bi hêvî li siberojê binêrin. Têkildarî wateya Newrozê ya ji bo gelê Kurd, şervanên YPJ û YPG’ê ji ANF’ê re axivîn.

‘WÊ AGIRÊ MAZLÛM, ZEKIYE Û RAHŞANAN HER DEM GEŞ BE’

Şervana YPJ’ê Hêlîn Amanos ku hatina Newrozê weke vejînekê dibîne wiha got: “Di serî de 21’ê Adarê cejna Newrozê li Rêbertî, şehîdên berxwedenê, gelê Kurd û li tevahî cîhanê ji dil pîroz dikim. Bi rastî jî ev roj rojeke pir girînge ji bo gelê Kurd û tevgera me. Berxwedana Mazlûm, Rahşan, Sema, Ronahî û Bêrîvan me gihande van rojan. Em bi berxwedana wan serbilind in. Em di rê û têkoşîna wan de dimeşin; em hêz û moral ji hevalên di berxwedanê de, digirin. Ez dikarim bêjim ku ez ê tevlîbûna xwe ya nava refên azadiyê hîn xurtir bikim. Di heman demê de jî berxwedana gelê me moral û hêz dide me. 

Bi hatina biharê re, Newroz hebûna xwe nîşanî me dide û ev hatina Newrozê ez wekî vejînekê dibînim, weke jiyaneke nû dibînim. Çawa ku bihar şîn dibe ez pê dihesim ku Newroz jî wisa şîn bimîne. Heta dawiyê jî Newroz wê were pîrozkirin. Em her tim dibêjin em Newrozê bi Rêberê xwe re pîroz bikin, raste Rêberê me heya niha li Îmraliyê ye, lê her tim bi me re ye, bi me re jiyan dike û her tim di bala me de ye.

Dewleta Tirk dixwaze Kurd tinebe. Em vê peyamê didin, ti car wê nikare Kurdan tine bike. Em heta wan rojan hatin, Tirkan bi me nikarî wê ji niha û pêve jî nikare, em heya niha hebûn û her tim jî em ê hebin. Dewleta Tirk hedefkiriye ku tevahî Kurdan ji holê rake lê em wek şervanên YPJ’ê em ê ji dewleta Tirk a faşîst re bibin astengiyek û ji gelê xwe re jî bibin bersiv. Agirê ku Mazlûm, Zekiye û Rahşanan pêxistiye, wê timî geş be. Wê her fadayiyên me ji bo Rêber Apo û ji bo gelê me hebin. Ti car dewleta Tirk nikare gelê Kurd tine bike.”

Hêlîn Amanos bi van gotinan dawî li axavtina xwe anî, “Ez dîsa Newrozê li Rêber Apo û şehîdên Newrozê pîroz dikim. Di heman demê de gelê Kurd û tevahî cîhanê, berxwedanî û îdîayê wan pîroz dikim. Silav û hezkirina xwe ji wan re rê dikim.”

‘NEWROZ JI BO TEVAHÎ GELAN HÊVİYEK MEZIN E’

Şervanê YPG Pêşewan Perîxan bal kişand ser girîngiya 21’ê Adarê û ev tişt anî ziman, “Newroz, jîn û vejînbûna jiyanê ye. Bi taybetî jî bi hatina biharê re Newroz tê pîrozkirin, ew yek jî dihêle ku di şexsê her ciwanekê de guherînên nû bi xwe re bîne. Ew jî dihêle jiyaneke nû be û gelê Kurd jî bi wê jiyanê re biherike û yeksanbûyînekê bide avakirin. Weke peyv jî ‘çûyîna ya berê ango pêşwazî kirina rojên nû’ ye. Bi taybetî derketina Newroz hem wek peyv hem jî ji aliyê dîrokî ve; li dijî dagirkerî, li dijî emperyalîzmê di heman demê de jî ji bo serdema niha jî li dijî Kapîtalîzm, Netew – Dewlet û Netewperestiyê di nava şerekî de ye. Weke ku tê zanîn Newroz bi Kawayê Hesinkar re destpê dike. Her çiqas ev bi awayekî mîtolojîk hatibe nivîsîn jî rastiya vê ya dijwar heye. Em bêjin mîtolojî ye û wisa derbas bikin, ne rast e. Li wir şerek çînayetî heye, hişmendiya jêr û jor heye. Li wir dema dibêjin Dehaq ji bo nexweşiya xwe mejiyê zarokan dixwe lê di esas de nexweşiya ku tê behskirin nexweşiya iqtidarê ye. Xwestekê Dehaq ew bû ku siberojeke li gorî xwe ava bike, xulaman ji xwe re amade bike û bi şikandina vîna wan zarokan re civakê dest bigire. Yê ku wî tiştê ferq kirî Kawayê Hesinkar e, ji ber vê yekê jî serî natewîne. Ya şehîd Mazlûm jî heman tişte ew jî dizanibû ku di sexsê wî de yê ku tê hedefgirtin gelê Kurd e. Vê carê tişta tê xwestin ne tenê vîn e, tinebûna gelekê ye. Beranberê vê seknekî radikal pêwîst bû, ew jî Mazlûman, Zekiyeyan û Rahşanan hilda li ser milên xwe. Ji ber vê jî Newroz ji bo me pir pîroz û bi rûmet e.”

Pêşewan Perîxan, destnîşan kir ku Newroz tu çînayetiyan nas nake û wiha domand, “Mirovên kedkar, gelê bindest, gelê hejar, gelên ku pergal hatiye çewisandin hatiye helandin xwe di nava hebûna Newroz de dibînin. Ji bona wê jî Newroz ji bo tevahî gelan hêviyek mezin e. Ji ber wê yekê jî Newroz tu çînayetiya û Netewtiya nas nake; bi her awayî weke dayîkeke hembêza xwe ji tevahî gelan re vedike. Lewma Newroz rojeke azad û xweşik diafrîne.”

‘AGIRÊ NEWROZÊ AGIRÊ HEQÎQETÊ YE’

Ji şervanên YPJ’ê Şîraz Nîda jî di destpêka axaftina xwe de Newroz pîroz kir û got: “Bê guman roja 21’ê Adarê rojek miqades û pîroze. Ji ber ku agirê Newrozê agirê heqîqetê ye ku mirov li ser vê heqîqatê rêya xwe bidomîne. Di oxira vê rêyê de gelek hevrêyên fedayî yên weke Mazlûm Dogan û Sema Yuce, canê xwe dane ber agir. Pêve girêdayî roja Newrozê ji bo gelê Kurd roja vejînê ye. Ji ber ku her dem di komkujiyan re derbas bûne. Lewma meşaleya Kawayê Hesinkar û Mazlûman, weke despêkirina jiyaneke nû ye. Bê guman bi naskirina girîngiya Newrozê re gelê Kurd bi tev dostê xwe têkoşîna xwe bilindtir dikin. Ez Newroza 2024’an li Rêber Apo û tevahî gelan pîroz dikim.”

‘MAZLÛM DOGAN BI 3 ZILKÊN ŞIXARTÊ AGIRÊ KU KAWA PÊXISTÎ, GEŞTIR KIR’

Şervanê YPG’ê Mehmud Qeremox, jî da zanîn ku tevahî gel bi hatina Newrozê re bi hêvî li siberojê dinêre û wiha berdewam kir, “Newroz ji bo me rojek pîroze û wateye xwe ya dîrokî heye. Roja li hember desthilatdariyê ye û roja serhildanê ye. Sembola destpêka biharê û şiyarbûna xwezayê ye. Di biharê de xweza ji nû ve şîn dibe ango ji nû ve dayîk dibe, berhemê xwe nû û zêde dike. Dîrok û çanda gelê Kurd dilsozî û girêdanbûyîna xwe ya berxwedanê ya kûr nîşan dide. Gelê Kurd her sal ji bo pîrozkirina Newrozê tên cem hev û rabirdûya xwe ya hevpar bibîrtînin. Newroz cejne û cejneke ku mîrateya çandî û dîrokî zindî dihêle û gelê Kurd jî nirxên xwe yên hevpar diparêze. Newroz sembola lêgerîna azadî û edaletê ya gelê Kurd e. Newroz, kevneşopiyeke ku ji demên kevnar ve berdewam e. Newroz cejneke girîng e û nîşan dide ku gel her sal di nava yekîtî û hevgirtinê de ye û bi hêvî li siberojê dinêre. Newroz weke roja cejn û yekîtiyê ku nasnameya hevpar û ruhê berxwedanê yê gelan nîşan dide, di çanda gelê Arî de rojek bi watedar û girîng e. Bi taybetî Newroz sembola hêvî û berxwedana gelan e. Mazlûm Dogan bi 3 zilkên şirxartê agirê ku Kawa pêxistî, geştir kir. Bi wî re Zekiye Alkan û Rahşan Demîrel, Sema Yuce, Ronahî û Bêrîvan bersiv dan bangawaziya Mazlûm Dogan û bûn şaqam li rûyê pergala ku me û çanda me înkar dikin ket. Bi wê re gelê Kurd şiyar bû, xwedî li keç û xortên xwe yên ku bi bedena xwe agirê Newrozê pêxistî derket.”

Mehmud Qeremox bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir, “Cejna Newrozê ya îsal jî, wek hemû salan pêwîste bi kelecanek mezin were pêşwazîkirin. Newroz ji bo me hatina biharê ye. Bi hatina biharê re berxwedan û têkoşîna heyî jî hîn zêdetir bibe. Li ser vî esasî ez Cejna Newrozê li tevahî gelê Arî pîroz dikim.”