Şervanên QSD’ê stasyona petrolê ya Ebû Meseb rizgar kirin
Şervanên QSD’ê piştî şerê dijwar stasyona petrolê ya Ebû Meseb ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Şervanên QSD’ê piştî şerê dijwar stasyona petrolê ya Ebû Meseb ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Pêngava Bagera Cizîrê ya şervanên QSD’ê ya li dijî çeteyê DAIŞ’ê ya ku li bejahiya başûrê Hesekê dayî destpêkirin dom dike.
Şervanên QSD’ê stasyona petrolê ya Ebû Meseb a 3 km ji bajarokê Dişîşa dûr e, ji destê çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin.
Şervanên QSD’ê piştî ku stasyona petrolê ji destê DAIŞ’ê rizgarkirin û şûnde, ji bo qadê ji mayînan paqij bikin dest bi xebatê kirin.