Şervanên QSD'ê êrîşên li Bilika û Şêxurzê şikandin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), êrîşên dagirkeran ên li ser gundê Bilika yê Raco û gundê Şêxurzê yê Bilbilê şikandin.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), êrîşên dagirkeran ên li ser gundê Bilika yê Raco û gundê Şêxurzê yê Bilbilê şikandin.
Li gundê Bilika yê navçeya Raco û li gundê Şêxurzê yê navçeya Bilbilê ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker duh bi şev şerekî dijwar dest pê kir. Êrîşên dagirkeran ên li vê derê hatin şikandin, lê li vê herêmê car carna şer diqewime.
Wekî din, dozereke leşkerî ku li gundê Elî Kera yê navçeya Bilbilê ji bo artêşa dagirker rê çêdikir, ji aliyê hêzên QSD'ê ve hate rûxandin.