Şervanên Ereb ên Dêra Zorê: Em amade ne tevlî Berxwedana Serdemê bibin

Şervanên YPG’ê ku ji pêkhateya Eereb  ku di eniyên şer yên herêma Dêra Zorê de cihê xwe digrin piştgiriya xwe bi berxwedana serdemê re anîn ziman.

Şervanên YPG-YPJ û QSD’ê ku şerê çeteyên DAIŞ’ê li herêma Dêra Zorê dikin, dibînin ku her diçe DAIŞ xurtir û bihêztir dibe, sedema wê jî ji ber êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li ser Efrînê ye û şervan vê yekê wiha dinirxînin ku ew li hember heman feraset û hişmendiya dewleta Tirk a dagirker li Dêra Zorê şer dikin.

Şervanê YPG’ê Harûn Doçka ku di Pêngava Bagera Cizîrê de cihê xwe digre li ser hevkariya çeteyên DAIŞ’ê  û dewleta Tirkiyê wiha anî ziman: ”Em li hember yek dijminî şer dikin, ew jî dewleta Tirk a dagirker e. Îro em dibînin Erdoğan alîkariya DAIŞ’ê dike bi çek , cebilxane û hemû pêwistiyên wan , ji bo vê yekê serkeftina me li Efrînê wê bibe serkeftina herêma Dêrazorê û temamî Sûriyê.”

Şervanê bi navê Cîlo Qamişlo jî dibêje gerek em hemû pêkhate bibin yek li hember artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê; ji ber pilanên wan ku hemû civaka Sûriyê bi Kurd û Erebê wê tune bike

Cîlo Qamişlo li ser berxwedana serdemê jî wiha dibêje: “Em ji berxwedana ku li Efrînê tê meşandin hêz û moral digrin û serkeftina Efrînê wê bibe serkeftina herêma Dêrazorê.”

Şervana YPJ’ê Zeyneb Şedadê ku ji herêma Şedadê ye, tevlî pêngava Bagera Cizîrê bûye û kêfxweşe ku di nava hevalên xwe yên Kurd de,  di heman çeperan de li hember çeteyên DAIŞ’ê şer dikin û dibêje: “Ez weke jineke Ereb cihê xwe di nava YPJ’ê digrim ji bo parastina maf û doza jinê.”

Şedadê di dawiyê de silavên xwe ji hevalên xwe yên ku di Efrînê de berxwe didin rêkir û got: “Em amade ne biçin Efrînê piştgiriya hevalên xwe bikin.”