Şervanên berxwedana sedemê: Bala me wê li ser armanca me be

Şervanên QSD'ê Qamişlo û Şoreş destnîşan kirin ku ev 15 roj in ew li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê şer dikin û gotin, "Çalakiya hevala Avesta rê li ber me vekir. Bala me wê hê bêhtir li ser armancên me be."

Ji şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên di nava berxwedana Efrînê de cih digirin Sozda Qamişlo qala "Berxwedana Serdemê" ya li Efrînê kir.

Qamişlo got, "Ev îro 15 roj in di şerê Efrînê de em li ber xwe didin. Erdogan çiqasî bi balafirên xwe şer bike jî wê bi ser nekeve. Ji xwe tenê bi balafirên xwe şer dike. Em jî weke şervanên YPJ'ê hê bi xurtî şer dikin. Hevala Avesta bi rêya çalakiya xwe pêşî li me vekir ku em hê bêhtir bala xwe bidin ser armancên xwe. Em ti carî dest ji Efrînê bernadin. Bila bibe hesret ji Erdogan re ku derbasî Efrînê bibe. Em bihosteke ji axa Efrînê jî ji dest bernadin. Erdogan tenê dikare bi balafirên xwe şer bike, bombeyan biavêje ser sivîlan, zarokan, gel bikuje. Ti carî nikare ji erdê ve li hemberî hevalan şer bike. Em ê ti carî nehêlin ku Erdogan derbasî Efrînê bibe."

Şervaneke din a QSD'ê Cûdî Şoreş jî got, "Em niha di nava şerê Efrînê de cih digirin. Ev 15 roj in berxwedan heye. Weke şervanên YPJ'ê di vî şerî de em xwedî moraleke mezin e. Bi taybetî piştî ku hevala Avesta çalakî kir, moralê me zêdetir bû û hîn bêhtir bala me çû ser armancên me. Erdogan di vî şerê xwe yê dijî zarokan û sivîlan de, wê nikaribe bihosteke bi tenê jî ji axa Efrînê bigire. Şervanên YPJ'ê ji bo armancên xwe berxwedaneke mezin dikin. Heta ku şervanên YPJ û YPG'ê hebe, heta ku gelê welatparêz ê axa xwe diparêze hebe, wê nikaribe bihosteke tenê jî derbasî nava axa Efrînê bibe. Heta ku em bijîn wê axa Efrînê lê heram bibe. Em jê re dibêjin; heta ku gelê Efrînê yê welatparêz hebe nikare bihosteke axa Efrînê jî bigire. Em dixwazin bêjin; bila Erdogan êdî ji vê xewê şiyar bibe. Eger dixwaze bihostek ji axa Efrînê bigire, ev yek xewne û bila ji vê xewnê şiyar bibe. Di dawiyê de em silavên xwe ji hemû hevalan re dişînin û dibêjin Bijî Serok Apo."