Şerê li ser Efrînê şerê cîhanê yê sêyemîn e! 

Konê piştgiriya bi Berxwedana Serdemê ya Efrînê di roja duyemîn de dewam dike.

Îro civîna li ser rewşa Efrînê li bajaroka Xera ya bajarê Tiltemir ya bi ser Kantona Hesekê hat lidarxistin. Civîn ji aliyê şêwirmendê şaredariyê û Meclîsa sivîl ên Bakurê Sûriyeyê Hesen Koçer ve hat birêvebirin. Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir.

Şêwirmendê Şaredariyê û Meclîsên Sivîl ên Bakurê Sûriyeyê Hesen Koçer diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze bi êrîşên li ser Efrînê ve demografiya herêmê biguherîne û fitneyê têxe navbera gelên Bakurê Sûriyeyê û got: "Îro komployekê navdewletî li ser Herêma Efrînê tê meşandin. Ev şer ne bi tenê li ser Efrînê tê meşandin, ev şer şerê cîhanê yê sêyemîn e. Ev bi armanca guhertina demografyaya li herêmê û parçekirina Sûriyeyê ve pêk tê."

BERXWEDANA EFRÎNÊ SERKEFTINA ROJHILATA NAVÎN E!

Koçer di berdewamiya axaftina xwe de got ku: "Serkeftina Efrînê, serkeftina Demokrasiya Rojhilata Navîn e. Ger ku Efrîn bi ser nekeve, ew ê Rojhilata Navîn bi giştî bikeve, ji ber wê jî em dikarên bibêjin ku berxwedana Efrînê ew ê çarenûsa şoreşê diyar bike.  Ji ber vê yekê jî bi navê berxwedana Serdemê hat pênasekirin."  

RÛSYA DÎROKA XWE YA QIRÊJ DUBARE DIKE!

Hesen, Koçer di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Rûsyayê di dîrokê de siyasetên qirêj li dijî gelê kurd dimeşîne û niha got:"Piştgiriya xwe ji Komara Mahabatê kişand û piştre Komar bin ket. Dîsa tevî ku wan Rêberê Gelê Kurd Abdulah Öcalan dawetî Rûsyayê kir, piştre di komployê de cihê xwe girtin. Niha jî siyaseta xwe ya qirêj li Efrînê didomînin. Ji ber vê yekê Rûsya hevalbendê Dewleta Tirk e û ew jî berpirsê komkujiyan e."

DEWLETA TIRK DIXWAZE DEMOGRAFIYA HERÊMÊ BIGUHERÎNE

Hesen, diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze demografya herêma Efrînê  biguherîne û sîvîlan ji gundê wan derxîne û DAÎŞ’ê li gund û bajarên Efrînê bi cih bike. Ev tişt di zagonên cîhanê de komkujiyeke pir mezin e.”

Hesen Koçer di dawiya axaftina xwe de got: "Gelê Efrînê û Bakurê Sûriyeyê di bin van êrîşên dewleta Tirk de berxwedaniyekê bêhempa dimeşînin û gelê me xwedî moralekî pir mezin e. Bi vê îradeyê û moralî em ê bi ser bikevin."

Civîn bi nîqaşan bi dawî bû.