Şer û bomberdûman dewam dike

Di navbera şervanên YPG/YPJ’ê û artêşa Tirk de li gelek herêman şer bi dijwarî dom dike. Hêzên dagirker jîngehên welatiyên sîvîl bombe dikin.

Li gundên girêdayî navçeya Şera, Bilbil û Cindirêsê yên Efrînê şer bi awayekî dijwarî diqewimin.

Li gorî agahiyên hatin girtin, li gundê Xalta ya girêdayî Efrînê şer di dijwarî di navbera şervanên YPG/YPJ’ê û artêşa Tirk de diqewime.

Dîsa artêşa Tirk bi obusan gundê cumkê yê Efrînê topbaran dike.

Li gundê Xilifê yê Cindirêsê jî topbaran bi hemû dijwariya xwe dewam dike.

Artêşa Tirk a dagirker di saetên şevê û sibehê de jî navenda Efrînê bi balafiran bombe kiribû.