Şêniyên Minbicê li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan

Şêniyên Minbicê li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê meşiyan. Minbiciyan destnîşan kirin ku wê berxwedana xwe mezintir bikin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan meşek li Minbicê organîze kir. Bi dehan şêniyên bajarê Minbicê tevlî meşê bûn. Meşê ji çerxerêya Mîzan destpê kir.

Meş bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, topbaran û hedefgirtina gundewarên Minbicê, Til Rifet, Girê Spî û Til Temirê, her wiha êrişên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê, hate lidarxistin.

Çalakî li çerxerêya Mesebê veguherî mitîngê. Di mitîngê de daxuyaniyek ji aliyê Hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Minbicê Mihemed El-Hesen ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî, nexasim bajarê Minbicê û Başûrê Kurdistanê, Avaşîn, Zap û Metîna hate şermezarkirin û wiha hate gotin: "Ev yek dewamiya pêkanîna planên guhertina demografîk ku dewleta Tirk ji beriya çend salan ve li ser hesabê gelên herêmê pêk tîne ye."

Her wiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji destpêka ku bajarê Minbicê ji aliyê şervanên QSD`ê ve ji tarîtî û zilma DAIŞ`ê hate rizgarkirin, dewleta Tirk bi dijwarî gundewarên ku sivîl tê de ne topbaran dike û armanca wê ew e ku tevlîhevî û metirsiyan di nava şêniyan de derxîne.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk dagirkeriya xwe li herêmên Sûriyê û herêmên Başûrê Kurdistanê berfireh dike, dixwaze projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser têk bibe ji ber ku ew projeya rizgarkirina tevahî gelên Rojhilata Navîn e.

Tevgera Ciwanên Şoreşger di daxuyaniya xwe de piştrast kir ku ew ê asta têkoşîna şoreşgerî li hember çi êrişên li ser xaka, rûmet û azadiya şêniyan bilind bikin û wê parastina destketiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestbixin bikin.

Di dawiyê de hate gotin ew ê li hember êrişên dijmin bê bersiv nemînin û bi hêzên leşkerî re bisekinin da ku parastina şêniyan bikin.