Şêniyên Minbicê bi biryar in: Em ê li ber êrişan rabin û xaka xwe biparêzin

Şêniyên Minbicê gotin, dewleta Tirk êrişî projeya neteweya demokratîk û gelên herêmê dike û diyar kirin ku wê li dora Rêveberiya Xweser bicivin.

Endamên Yekîtiya Jinê ya Zenoba û Melcîsa Minbicê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker dan.

Ji endamên Yekîtiya Jinê ya Zenoba Nedîn Şêx Mihemed ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku dewleta Tirk demeke dirêj e êrişî herêmê dike, jin û zarok jî qetil kir û bi hezaran kes neçar hişt ku koçber bikin.

Nedîn Şêx Mihemed anî ziman ku êriş li dijî gelên herêmê hemûyan e û got, "Li dijî van êrişan em bi gelên herêmê re têkoşîna xwe dewam dikin. Ji dewleta Tirk heye ku bi siyaseta êrişê wê karibe îradeya gelên herêmê bişikîne, lê belê em ê li ber êrişan rabin û xaka xwe biparêzin. Em zanin, ku armanca êrişên li dijî gerîla û Şengalê hevpar e. Weke jinên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê em ê heta dawiyê li dijî êrişan û hevkariya bi dagirkeran re têbikoşin."

EM Ê RÊ NEDIN DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK

Ji endamên Meclîsa Jinê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Heyat Saîm jî diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê dixwaze herêman ji hev qut bike, bi temamî dagir bike û lê serwer bibe.

Heyat Saîm got, "Weke jinên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê em li ber van êrişan bêdeng namînin" û wiha dewam kir, "10 sal in em di nava şer de ne. Em ê xaka xwe teslîmî dewleta Tirk nekin. Weke gelê Tirkmen em ê tevî gelê Kurd heta dawiyê li hemberî êrişan û dagirkeriyê li ber xwe bidin."

LI DIJÎ PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK IN

Mihemed Kabartayi yê Çerkes jî destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk li dijî gelan hemûyan e, ji ber ku dixwaze projeya neteweya demokratîk bifetisîne û got, "Em ê heta dawiyê li hemberî van êrişan li ber xwe bidin. Em li bendê ne ku saziyên mirovî yên navneteweyî nerazîbûnê nîşanî van êrişan bidin. Hêzên navneteweyî bêdeng dimînin, ji ber ku projeya me ji bo xwe metirsîdar dibînin. Weke gelên Sûriyeyê divê em li dora Rêveberiya Xweser bicivin."

EM NEÇAR IN BI YEK DILÎ TEVBIGERIN

Endama Yekîtiya Jinê ya Zenobayê Debea Beko jî destnîşan kir ku gelên herêmê divê bibin yek dil û bi vî rengî li ber êrişan rabin.

Cûma Heyder ê Tirkmen jî anî ziman ku Rêveberiya Xweser ji destpêkê ve ji bo gelan têdikoşe û got, "Ji destpêka şoreşê ve dewleta Tirk êrişî van destketiyan dike.

Weke gelê Tirkmen em ê heta dawiyê li ber van êrişan rabin."

Endama Meclîsa Jinê ya Zenobayê Asya Îsmaîl Hisên jî bal kişand ser şikestina dewleta Tirk ku di bin vê êrişkariyê de maye û got, "Li aliyê din hikumeta Şamê jî bêdeng dimîne. Eger hikumeta Şamê berpirsyariyên xwe bi cih bianiya ne Emerîka û ne jî Rûsya karê xwe li vir nedibû. Me yê pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikira. Li aliyê din jî PDK bi salan e heman tiştî dike. Her carê li gel kujerên Kurdan cih digire, divê ji vê yekê şerm bike."