Li Kobanê amadekariyên ji bo cejna Remezanê
Li Kobanê ji bo amadekariya cejna Remezanê şêniyên herêmê berê xwe didin sûkê.
Li Kobanê ji bo amadekariya cejna Remezanê şêniyên herêmê berê xwe didin sûkê.
Bi nêzîkbûna cejna Remezanê re gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe ji bo kirîna şêranî, cil û bergan xwe amade dikin. Herêmên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Şehbayê ji ber ambargoya hikumeta Şamê, nikare amadekariyeke têrker ji bo cejnê bikin.
Li herêma Firatê bi taybetî li Kobanê girseya gel ji bo kirîna cil û bergan, her wiha şêraniya cejnê berê xwe didin sûkê.
Şêniyên herêmê beriya cejna hev bikin, berê xwe didin goristana şehîdan û şehîdan bi bîr tînin. Piştre jî şêraniyê li hev belav dikin û cejnê pîroz dikin.