BI DÎMEN

Şêniyên Hesekê bi meşeke girseyî li ber tecrîdê rabûn

Şêniyên bajarê Hesekê û gundewarên wê bi meşeke girseyî li ber tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabûn.

Ji Zirgan, Til Temir û bajarê Hesekê girseya gel li pêşiya Çerxerêya Sînalko ya li Hesekê li hev kom bû û li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiya.

Çalakger bi dirûşmên 'Bê Serok jiyan nabe', 'Na ji tecrîdê re', 'Azadiya fîzîkî ji bo Rêber Apo' heta Baxçeyê Rêber Apo yê li bajarê Hesekê meşiyan.

Piştî meşê ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin û piştre Endama Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemû û Endamê Meclîsa PYD'ê Ebdul Xenî Oso daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de işaret bi projeya neteweya demokratîk hate kirin û hate destnîşankirin ku bi vê projeyê hemû pêkhateyên herêmê di nava aştî û aramiyê de bi hev re dijîn.

Hate ragihandin ku jiyana bi hev re ya aram a hemû pêkhateyan bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatiye.