Şêniyên Girkê Legê li dijî dewleta Tirk meşiyan

Şêniyên Girkê Legê li dijî êrişên qirker û dagirkeriya dewleta Tirk meşiyan.

Li navçeya Girkê Legê ya Qamişloyê, bi banga Kongreya Star şêniyên navçeyê li qada Şehîd Xebat Dêrik li hev kom bûn û êrişên dewleta Tirk ên li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dîlgirtina wekîlên HDP'î şermezar kirin.

Girseya gel bi pankartên bi nivîsa "Na ji binpêkirina azadiyê re" û "Bi îradeya jinên azad em ê dagirkeriyê têk bibin" meşiya û li qada Şehîd Xebat mîtîngek pêk anî.

'DIVÊ HER KES LI BER SÛCÊN TIRKIYEYÊ RABE'

Endama Koordînasyona Kongreya Star Rîhan Temo destnîşan kir ku li dijî destavêtin, revandin û girtina jinan ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, divê her kes helwestê nîşan bide.

Rîhan Temo got, dîlgirtina parlamenterên HDP'î nîşan dide ku dewleta Tirk çiqasî faşîzan e.