Şeniyên Efrînê: Ji 7 heta 70 salî em ê li ber xwe bidin

Şêniyên Efrînê diyar kirin ku ew ji bo rizgariya Efrînê çi ji destê wan bê amade ne û destnîşan kirin ku wê ji Şehbayê gavekê jî bi şûn de neavêjin.

Şeniyên Efrînê yên ku 4 sal in li Şehbayê koçber in li gorî şert û mercên koçberiyê jiyana xwe didomînin.

Beşek ji şêniyên Efrînê yên koçber li Til Rifat a Kantona Şehbayê dimînin. Her wiha rojane şêniyên herêmê rastî bombebaranên arteşa Tirk û çeteyên wê tên. Lewre şêniyên Efrînê berxwedaniya xwe bilind dikin û diyar dikin ku ew ê bi berxwedan û têkoşîna xwe ya Şehbayê vegera Efrînê mîsoger bikin.

Yek jî şêniyên Efrînê Dayîka Roxaş Mistefa a ku Til Rifatê dimîne diyar kir ku ji ber gef û êrîşên rojanê yên dewleta Tirk hewl didin bi hemû rêbazan xwe biparêzin û got: “Em wek şeniyên Efrînê jiyana xwe di bin bombebaranên dewleta Tirk de derbas dikin. Tenê yek armanca me heye ew jî vegera Efrînê ye. Ji ber vê yekê çi dibe bila bibe em ê gavek şûnde navêjin û berê me tim li Efrînê bibe. Em bi hemû rêbazên xweparastinê kartînin, ji xwarînê bigre heta nîqaşên şer ên bi zarokan re em dikin.”

Her wiha ji şeniyên Efrînê dayîka Emîne Bekir yê 80 salî a ku niha Til Rifatê dimîne  got: “Ji ber ku ez nikarim wek ciwanan tevger bikim, ez jî zimanê xwe ya dayîkê pêşdixim. Li gor min ya girîng ew e ku ez di cihê xwe de nesekinim û xwedî zimanê Kurdî derbikevim.”

Endama Komînên Til Rifatê Ehmed Hesen anî ziman ku çi ji destê wan tê ew amadene ku bikin û wiha li lêv kir: “Ji ber  bombebaranan me binerd ji xwe re amade kiriye. Her wiha ji bo xwarin û vexwarinê ji me tedbîrên xwe girtine. Li kêleka wê em ji bo rewşên lezgîn perwerdeyên tenduristiyê jî dibînin.”

Endama Desteya Tenduristiyê ya Herêma Efrînê Dr. Mihemed Hemo jî wiha got: “Em wek desteya tenduristiyê amadekariyên tenduristiyê dikin. Li ser vê yekê em ji bo rewşên lezgîn perwerdeyên tenduristiyê didin gelê herêmê da ku bikaribin alîkariya birîndaran bikin.”