Şehîdên QSD‘ê Zagros û Hemdûnî bi marasîmekê spartin axê

Cenzayên şervanên QSD‘ê Zagros û Hemdûnî bi merasîman li Reqa û Dêra Zorê spartin axê.

Şêniyên bajarokê Kerama yê gundewarê rojhilatê Reqayê cenazeyê şervanê QSD‘ê Teysîr El-Xedban (Zagros) ê dema erka xwe pêk dianî di encama krîza dil de şehdî bû, li Goristana Şehîd Sêvdar spartin axê.

Şêniyan cenazeyê şehîd Zagros ji qada Şehîd Selama ya naverasta bajarokê Keramayê wergirtin û bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîd Sêvdar a bajarokê Cidêdat ê rojhilatê Reqayê ve bi rê ketin.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî destpê kir. Piştre jî fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Reqayê Ebû Casim El-Reqawî axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. El-Reqawî anî ziman ku bi saya keda şehîdan aramî li herêmê pêk hatiye.

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Reqayê Ehmed El-Seyalî jî axivî û got, herêmê şehîd li pey şehîdekî dide ta serkeftin pêk were û tevahî xaka Sûriyê ji dewleta Tirk a dagirerk rizgar bibe.

Endama rêveber a Meclîsa Malbatên Şehîdan Meha El-Elî nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir. Cenazeyê şehîd Zagors di nava diruşmeyan de spartin axê.

DÊRA ZOR

Bi sedan şêniyên herêma Ebû Xeşeb a gundewarê rojavayê Dêra Zorê cenazeyê şervanê QSD‘ê Hemdûnî Hemed El-Hemdûnî li Goristana şehîd Xidir El-Hemada veşartin.

Şervanê QSD‘ê Hemdûnî Hemed El-Hemdûnî dema erka xwe ya leşkerî bicih dianî, di 18‘ê Gulanê de li gundewarê rojavayê Dêra Zorê ji aliyê komên çeteyên DAIŞ‘ê ve hate şehîdxistin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê ya şervanên QSD‘ê ve destpê kir.

Piştre endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Beşar Şemsedîn sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Li ser navê meclîsa herêma Ebû Xeşeb Casim El-Tebaş sersaxî ji malbata şehîd re xwest û rola şehîdan a parastina destkeftiyan destnîşan kir.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd di nava diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hate veşartin.