Şehîdên enternasyonal ên Şoreşa Rojava – IV: Keith Broomfield

Enternasyonalê Emerîkî Keith Broomfield bi gotina, "Ji bo bibim parçeyek ji tevgerê, bibim alîkar li vê derê me' hatibû Kobanê. Mîna ku tişta bi salan lê digeriya dîtibû jiyan, têkoşiya, şer kir û şehîd bû.

Li Kobanê şerê ku piştî 15'ê Îlona 2014'an destpê kir bi dijwarî dewam dikir, ji çar aliyên cîhanê enternasyonalîst ji bo tevlî vê berxwedana dîrokî bibin dihatin Kobanê. Yek ji van enternasyonalîstan Keith Broomfield ê Emerîkî bû. Digot, "Ji bo bibin parçeyek ji tevgerê, ji bo bibim alîkar hatime vê derê. Hûn jî zanin piştî ewqas bûyerên qewimîn, tişta herî rast a ku divê were kirin, weke ku ev be" û tevlî nava refên têkoşîn û berxwedanê bû.

Keith Broomfield di 3'ê Tebaxa 1979'an de li eyaleta Massachusetts a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê li nava malbata Tom û Donna Broomfield ji dayik bû. Broomfield li şîrketa hilberînê ya malbata xwe ya li eyaleta Massachusettsê midûrê hilberînê bû. Diyar kir ku piştî qezaya motorsîkletê ji bo wî di nava jiyanê de rûpelekî nû hate vekirin û xwest jiyana xwe bi têkoşînê dewam bike, lewma jî kete nava lêgerîna li rê û rêbazên têkoşînê. Li hemberî çeteyên DAÎŞ'ê ku ji Mûsilê destpê kir û gelek herêmên li Iraq û Sûriyeyê dagir kir, bihîst ku li Kobanê berxwedaneke dîrokî tê kirin û şervanên enternasyonalîst jî tevlî vê berxwedanê dibin. Ji Emerîkayê bi rê ket û 24'ê Sibatê gihîşt Rojava, derbasî Kobanê bû. Tevlî têkoşînê bû û navê Gelhat Rûmet li xwe kir.

MÎNA KU CIHÊ LÊ DIGERIYA DÎTIBÛ

Ji ber ku piraniya kesên li eniyên berxwedanê yên Kobanê têdikoşiyan Kurd û Ereb bûn, tevlîbûna şervanên enternasyonalîst ên mîna Keith Broomfield li nava têkoşîna azadiyê, bandoreke mezin li xelkê herêmê û berxwedêrên din kir. Ji devereke gelekî dûr hatibûn, etnîk û baweriya wan cuda bû, lê belê zimanê hevpar hîn dibûn, didan û distand, bi hev re xwarin dixwar, radizan, têdikoşiyan û şer dikirin... Ev ruhê ku li Kobanê hate afirandin û bi Şoreşa Rojava re gihîşte asta herî bilind nikare bê vegotin.

Şehîd Gelhat piştî ku hat Rojava xwest berê xwe bide Kobanê, li dû perwerdeyê bi sekna xwe ya bi israr çû eniyên berxwedanê. Mîna ku cihê bi salan lê digeriya dîtiye, tevdigeriya. Daxwaza xwe ya herî mezin jî ew bû ku bi Kurdî hîn bibe û di îdeolojî û fikrê têkoşînê yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de xwe kûr bike. Bi bawerî û biryardariyeke mezin tevlî nava YPG'ê bû. Bi sekneke bi moral û bi coşeke mezin li kolanên Kobanê li nava hevrêyên xwe dihate bîranîn.

'JI BO JIYANEKE AZAD A JI BO HER KESÎ LI VIR IM'

Şehîd Gelhat ku bi dilsoziyeke mezin a bi Xiristiyaniyê dest bi jiyanê kir, piştî ku zilma DAÎŞ'ê ya bi ol û baweriyê li sivîlan dikir dît, gelekî bi hêrs bû û got, "Li vê derê mirovên ji her olê heye. Ez jî Xiristiyan im, lê belê li vê derê bi Sûnî, Şîa, Êzidî bi her kesên din re mam. Ez li vir im ji bo mirov karibin bi rengekî azad bijîn. DAÎŞ dijminê mirovahiyê ye. Hûn kî dibin bila bibin, ji çi bawer dikin bawer bikim; ji bo yekîtî, hevgirtin û azadiyê divê hûn rabin ser piyan."

BÛ SEKVANEKÎ WÊREK Û ŞAREZA

Tecrûbeyeke leşkerî ya Şehîd Gelhat tune bû. Tevî ku bi vî rengî hat Rojava di demeke kurt de bû şervanekî şareza û sekvanekî jêhatî. Tevlî yekîneya sekvaniyê ya li Kobanê bû. Li nava yekîneyê tevî şervanê Elman Rustem Cûdî li gel gelek şervanên enternasyonalîst li dijî zilma DAÎŞ'ê şer kir. Piştî ku Kantona Cizîrê ji çeteyên DAÎŞ'ê hate paqijkirin û di 6'ê Gulana 2015'an de Pêngava Rizgarkirina Qamişloyê ya Şehîd Rûbar Qamişlo destpê kir, tevî yekîneya xwe derbasî xetên eniyê yên li başûr-rojhilatê Kobanê bû. Ber bi Girê Spî (Bajarê ku weke Til Ebyad tê naskirin 9'ê Cotmeha 2019'an ji aliyê dewleta Tirk ve hate dagirkirin) şer kir.

MÎNA LEHENGEKÎ ŞEHÎD BÛ Û BI WÎ RENGÎ JÎ HATE OXIRKIRIN

Gelhat di 3'ê Hezîrana 2015'an de li gundê Qentere yê li rojavayê Kobanê di operasyonên dijî DAÎŞ'ê de di şer de şehîd bû. Xelkê Kobanê û hevrêyên wî merasîmeke ku fedakarî û jiyana wî bi rûmet bike, lidar xistin û cenazeyê wî di Deriyê Sînor ê Murşît Pinarê re radestî malbata wî kirin. Cenazeyê Keith piştre li eyaleta Massachusetts a Emerîkayê hate veşartin. Beşdarên merasîmê gotin, "Yekane tiştekî gelekî hêja yê mirovan heye, ew jî jiyana wan e. Wî jiyana xwe ji bo xelkê min û xaka Kurdistanê feda kir. Em ê wî heta dawiyê weke lehengekî bibînin."

Hevalê wî yê enternasyonal ê Elman Rustem Cûdî li merasîmê axivî bû û gotibû, "Keith mîna lehengekî şehîd bû. Ew bi rastî jî mirovekî gelekî baş bû. Bi qasî ku min fêhm kir jiyaneke wî ya zehmet hebû, motorvan bû lê belê guherî û ji bo azadiyê şer bike hat Kobanê. Herî dawî dema ku min ew dît gotibû 'Eger ez bimirim dixwazim mirina min di şer de be'. Armanca wî pêk hat. Dibe ku hin Emerîkî bipirsin bê ji bo tiştekî baş miriye yan na, lê belê ez dikarim bibêjim ku ji bo tiştekî baş miriye."

SIBE: Şehîdên enternasyonalîst ên Şoreşa Rojava – V: Karker Kobanê