Şehîdên Berxwedana Rûmetê li Reqayê veşartin

Şervanê QSD’ê Elî El Ehmed û endama Yekîneya Disiplîna Leşkerî Sûltan Ebdulrehman ên di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûne, li Reqayê bi merasîmekê veşartin. Di merasîmê de nasnameya 4 şehîdan jî hatin eşkerekirin.

Bi sedan şêniyên bajarê Reqa û gundewarên wê cenazeyê şervanê QSD‘ê Elî El-Ehmed (Ebû Hozan ) û endamê Yekîneyên Dîsplîna Leşkerî Sultan Ebdulrehman ên di demên cuda di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûne de bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a li gundê Hikûmê ya bakurê bajarê Reqayê û hatin veşartin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkeri ya şervanên QSD û gel ve destpê kir. Paşê li ser navê Meclîsa Sivîl a Reqayê endamê meclîsê Hesen El-Mistefa û li ser navê Meclîsa Leşkerî ya Reqayê fermandar Ebû Casim El- Reqawî axivîn. Kesên axivîn soza dan meşa li ser rêya şehîdan bidomînin.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku şehîd evîndarê azadiyê ne û bi xwîn û fedakariyên xwe efsaneyên lehengiyê xêz kirine.

Di dawama merasîmê de nasnameya şehîdan ji aliyê meclîsa malbatên şehîdan ve hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Meclîsa Malbata Şehîdan a Reqayê her wiha nasnemeyên şehîd Mihemed Casim El-Elî, Mezlûm El-Dêrî, Ewad Xanim El-Tebaş û Ehmed Elî El-Xêro ragihandin.

Girseya şêniyan cenazeyên herdu şehîdan di nava dirûşme û tilîliyên dayikan veşartin.