Şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmeke heybet spartin axê

Cenazeyê 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Dîcle bi tevlîbûna sedan kesî spartin axê.

Cenazeyên şervanên QSD‘ê Mihemed Nûrî Otkon (Çetîn Pirsûs), Arcan Ceblak (Azad Mele Zikret) û Mihemed Hesê yên ku di Berxwedana Rûmetê ya li dijî êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê şehîd bûbûne ji aliyê bi sedan şêniyên kantona Kobanê ve li Goristana Şehîd Dîcle spartin axê.

Merasîm bi deqeya rêzgirtin a bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê destpê kir. Paşê endama Koordînasyona Kongreya Star a Kobanê Almaz Romî axivî û fedekariyên QSD‘ê yên ji bo pêkanîna aştiyê û parastina herêmê ji dagirkeran destnîşan kirin.

Almaz bal kişand ser girîngiya hevgirtina gelên herêmê li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk û banga xwedîderketina li destkeftiyên şehîdan kir.

Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Kantona Kobanê Hedla Hesen jî got: "Dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên herêmên sûcan pêk tîne û hemû qanûnên navdelwetî binpê dike. Hovîtiya dagirkeriya Tirk gihîtiye asta ku tîmên tenduristiyê yên li herêmên şer bike hedef."

Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Her wiha nasnameya şehîdê Berxwedana Serdemê Armanc Avareş û xebatkarê tenduristiyê Mihemed Seydî yê ji aliyê çeteyan ve li Girê Spî hate qetilkirin jî hatin eşkerekirin.

Şêniyan di nava dirûşmeyên "Şehîd namirin" cenazeyên hersê şehîdan spartin axê.