Şehîdê QSD’ê Seyf li Hesekê hat oxirkirin

Şervanê QSD’ê Şehîd Deysem Şihada (Seyf) li Şehîdgeha Şehîd Dijwar bi merasîmekê hate oxirkirin.

Cenazeyê şervanê QSD'ê Deysem Şihada (Seyf) ê dema li Dêrazorê erka xwe bi cih dianî şehîd bûbû, li goristana Şehîd Dijwar bi merasîmekê hate veşartin.

Şêniyên bajarê Hesekê  û gundewarên wê cenazeyê şehîd ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan wergirt û bi kerwanekî ji wesayîtan ber bi goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê ve çûn. Li goristanê, ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin.

Ji fermandarên YPJ'ê Newroz Rojhilat sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest û got: "Şehîdan ji bo azadiya gelên herêmê berdêlên giran dane. Emê bibin şopdarê rêya wan. Heta ku armancên wan pêk bên em ê dest ji têkoşînê bernedin. Emê bi berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê li hemberî dagirkeran didin bigihîjin serketinê."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatime Elî jî diyar kir ku ew bi şehîdan serbilind in û soza parastina destketiyên şehîdan da.

Piştre nasnameya şervanê Erka Xweparastinê Eseed El-Hesen ê li Hesekê li ser erka xwe şehîd bûbû, hate ragihandin.

Piştî ku nasnameyên her du şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hat kirin, cenazeyê şehîd Seyfî bi dirûşmeyan spartin axê.