Şehîdê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Zerîf spartin axê

Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Adil Cuma Zerîf ê şehîd bûbû bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Minbicê spartin axê.

Bi tevlîbûna sedan kesî cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Adil Cûma Zerîf ji Nexweşxaneya Firatê girtin û ber bi Goristana Şehîdan a dikeve başûrê bajêr ve ketin rê.

Li goristanê bi tevlîbûna gel û şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Fermandar Ebdurehman Binawî, li ser navê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Henadî Mihemed, li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gunedewarên wê jî Hevseroka Meclîsa Rêveber Nezîfa Xilo û li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hevserokê Kar û Barên Civakî Faroq Maşî axivîn.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku tevahî şervanên ji bo rizgarkirina axa ji destê terorîstan canê xwe feda kirine. Di dewama axaftinan de ev hate gotin: “Minbic di dayîna şehîdan a ji bo rizgarkirina xakê xwedî mohrekî dîrokî ye.”

Di merasîmê de Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameya şehîd Nasir Cilêxan (Hirêtanî) ê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand.

Di dawiya axaftinan de nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê kirin.

Şehîd bi dirûşman spartin axê.