Şehîdê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Hemo spartin axê

Bi tevlîbûna sedan kesî cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Xelîl Mûstefa Hemo bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a bajar spartin axê.

Şêniyên bajarê Minbicê li pêşiya nexweşxaneya Firat kom bûn û cenazeyê şervanê Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Xelîl Mistefa ku dema li ser erka xwe şehîd bûbû, wergirtin. Girseya gel alên Meclîsa Malbatên Şehîdan hilgirtin û dirûşmên ‘Şehîd namirin’ berz kirin.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li goristanê deqeyek rêz girt û piştre jî fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ferîd Şêxo axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Em îro lehengekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê oxir dikin. Di rêya şehîd re em soza şopandin û pêkanîna armancên şehîdan didin."

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Hesa El-Dahir û Hevserokê MeclÎsa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Minbicê Mihemed Elî El-Ebo jî axivîn û diyarkirin ku ew îro ji bo rûmet û giyanên şehîdên ji bo parastina xakê canê xwe feda kirine, îro ew li vir kom bûne.

Herî dawî jî endama Meclîsa Jinan Neqîşa Xelîl axivî dayikên şehîdên ji bo rizgarkirina xakê û têkbirina terorê canê xwe feda kirine, silav kir.

Piştî nasnameya şehîd hate xwendin û şûnde cenazeyê şehîd bi dirûşman spartin axê.