Şehîdê Erka Xweparastinê Mîtan Qamişlo hate veşartin

Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Colo Mihemed Sîrac Ebas (Mîtan Qamişlo) bi hezaran welatiyên Kantona Qamişlo li Goristana Şehîd Delîl Saroxan hate veşartin.

Bi tevlîbûna bi hezaran welatiyên Kantona Qamişlo û hêzên leşkerî, cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Colo Mihemed Sîrac Ebas (Mîtan Qamişlo) ê li Hesekê şehîd bibû bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan hate veşartin. Her wiha di merasîmê de nasnameya şervana YPJ‘ê Nofa Hisên (Agirî Qamişlo) ya di 3‘yê Adara 2018‘an de li Efrînê şehîd bûbû hate eşkerekirin.

Girseya gel cenazeyê şehîd Mîtan ku bi wêneyên wî û gulan hatibû xemilandin ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo girtin û ber bi Goristana Şehîd Delîl Saroxan ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeya rêzgirtina leşkerî ya şervanên YPG, YPJ û Hêzên Erka Xweparastinê destpê kir. Piştîre ji fermandarên YPJ‘ê Roya Qamişlo axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: " Şehîd xwedî piransîbên exlaq in, ji ber her kes nikare ji bo gel û axa xwe giyanê xwe bike berdêl. Divê em wefedarên şehîdan bin û têkoşîna wan dewam bikin û destkeftiyên bi xwîna wan hatin bidestxistin biparêzin."

Bi navê hêzên leşkerî ji fermandarên YPG‘ê Çiya Koçe axivî, di kesayeta şehîd Mîtan û Agirî hemû şehîdên azadiyê bibîr anîn û soza şopandina rêya şehîdan nû kir.

Bi navê malbata şehîd Mîtan, birayê wî Mehmûd Sîrac anî ziman ku ew bi şehadeta birayê xwe serbilind in, ji ber rêya şeref û rûmetê pejirand. Birayê şehîd soz da ku ew ê layîqî şehadetê bin û têkoşîna wî dewam bikin.

Piştî axaftinan Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnemaya şehîd Mîtan xwendin û nasnameya şervana YPJ‘ê Nofa Hisên (Agirî Qamişlo) ya di 3‘yê Adara 2018‘an di berxwedana Efrînê de şehîd bûbû eşkere kir û nasnameyên herdu şehîdan radestî malbatên wan kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd Mîtan Qamişlo bi dirûşman veşartin.