Şehîd Sedam Heskor bi merasîmekê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Sedam Heskor ê di êrîş dagirkeriya Tirk şehîd bûbû, bi merasîmekê hate veşartin. Di merasîmê de nasnameya 2 şervanan jî hate eşkerekirin.
Cenazeyê şehîd Sedam Heskor ê di êrîş dagirkeriya Tirk şehîd bûbû, bi merasîmekê hate veşartin. Di merasîmê de nasnameya 2 şervanan jî hate eşkerekirin.
Şêniyên navçeya Til Hemîsê şervanê QSD`ê Sedam Heskor ku li Girê Spî di 15 Mijdarê de di encama bersivdayîna êrîşên artêşa Tirk şehîd bûbû li Goristana şehîdan a Til Hemîsê veşartin.
Bi sedan şênî, endamên saziyên sivîl û rûspiyên eşîrên navçeyê beşdarî merasîma şehîd Sedam Heskor bûn.
Dema cenaze gihaşt Goristana Şehîdan a Til Hemîsê rêhevalên şehîd cenze rakirin ser milê xwe û danîn ser dikê. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir, piştre şervanên QSD`ê toraneke leşkerî lidar xistin.
Di merasîmê de hevserokê Meclîsa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso axivî û got, ji bo li ser xakê bi rûmet bijîn ew li ber xwe didin û parastina yekîtiya xakê dikin. Ev jî felsefeya şehîdan û rêgezên ku ew ji wan fêrbûne ne. Xerîb Hiso diyar kir ku ew berxwedana xwe li dijî hêzên dagirker ku êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin berdewam dikin.
Paşê Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê nasnameypên şehîd Mihemed Zahir (Şervan) û Ela Deham (Dilo) ku di 5 Mijdarê de di encama bersivdayîna êrişên artêşa Tirk ên li dijî bejahiya Til Temrê şehîd bûbûn eşkere kirin.
Piştre nasnameya 3 şehîdan Sedam Heskor, Şervan û Dilo radestî hate xwendin û radestî malbatan kirin.
Cenazeyê şehîdan di nava sloganên "Bijî berxwedana QSD`ê, bijî têkoşîn û berxwana li dijî êrişan" cenaze hatin veşartin.