Şehîd Rojda Bakur hate oxirkirin

Cenazeyê Endama Rêveber a Çand û Hunera Demokratîk Rojda Bakur li Goristana Şehîd Xebat Dêrik hate definkirin.

Cenazeyê Endama Rêveber a Çand û Hunera Demokratîk Rojda Bakur (Buhar Yeşîlurt) li Goristana Şehîd Xebat Dêrik hate definkirin. Gelek sazî û welatî tev li meresima oxir kirinê bûn. Welatiyan cenazeyê şehîd ji Neweşxaneya Şehîd Hogir girt û ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrîk ve bi dirûşmeyên “Şehîd namirin“ dest bi meşê kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşmeyan hate definkirin. Li vir Endamê Rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Seyît Riza axivî û got: "Şehîd Buhar di temenekî biçûk de Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kir û di rêwîtiya xwe ya têkoşînê de gelek caran hat destgîrkirin û birîndar bû. Şehîd Buhar tevî ku gelek caran hat destgirkirin û îşkencekirin jî, lê dîsa di têkoşîna xwe de tawîz neda û piştî ku serbest hat berdan careke din tev li tevgera rizgariyê bû."

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Ciwan Hesen jî axivî û got: "Kurdistan di qonaxeke krîtik re derbas dibe, erka Meclîsa Malbatên Şehîdan û hemû gel û pêkhateyên herêmê ye ku rêya şehîdan bişopînin û li dijî hemû komplo û planên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê bisekinin."

Li ser navê Tevgera Çand û Hunera Demokratîk, endama komîna Sînema Safînaz Evdikê jî axivî û got: "Erka me ew ku rêya şehîdan bişopînin û xwedî li axa ku bi xwîna wan hatiye avdan, derkevin. Ji ber vê yekê divê her kes erka xwe pêk bîne û xwe bi rêxistin bike û da ku hêjayî nirx, mîrat û xwîna şehîdan be."

Piştî axaftinan belgeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.