Şehîd li ser gorên xwe hatin bibîranîn

Di 18’ê Gulanê Roja Şehîdan û Meha Gulanê ya Şehîdan de malbatên şehîdan berê xwe dan ser goristanan dar çandin û find pêxistin.

Weke her sal îsal jî malbatên şehîdan bi rasthatina 18’ê Gulanê Roja Şehîdan û dîsa meha Gulan a Şehîdan berê xwe didin ser goristanan. Îsal jî Malbatên şehîdan berê xwe dan Şehîdgeha Berxwedana Serdemê û yên di Komkujiya T il Rifat û Gundê Eqîbê de şehîd bûbûn. Malbatan li goristanê dar çandin û li ser gorên şehîdan jî find pêxistin.

Li Şehîdgehê Endamê Rêveberiya Saziyên Malbatên Şehîdan Ednan Şêx Mihemed li ser girîngî û wateya rojê axiv. Ednan di şexsê şehîdên li goristanê hatine definkirin hemû şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bibîr anî.

Şêx Mihemed destnîşan kir ji ber şehîdên me yên nemir bi canê xwe 18’ê Gulanê diyarî me kiriye û weke Roja Şehîdan e.

Şêx Mihemed bang li welatiyên Misilman ên li Tirkiyeyê kir û got: “Erdogan nirxên şehîdan binpê dike, li ber çavê dinê hemû gorên şehîdan xira dike. Gelê Misilman ê Tirkiyeyê heta niha hê dijminê xwe Erdogan nas nekiriye.”

Piştî axaftinan û şûnde malbatên şehîdan dar çandin û find li ser gorên şehîdan pêxistin.

Piştre re jî daxuyaniyek hate xwendin.