Şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn El-Kerem spartin axê

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed El-Kerem li Goristana Şehîd Sêvdar bi merasîmekê spartin axê.

Bi sedan şêniyên Reqayê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed El-Kerem ê ku li bajarokê Hews dema erka xwe bi cih dianî şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Sêvdar a bajarokê Cidêdat ê rojhilatê Reqayê spartin axê.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ji bo giyanê şehdan destpê kir.

Li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk  a Reqayê şêwirmendê Rêveberiyê Ezîz Hesen axivî û diyar kir ku ew ê parastina vê xakê bikin ku bi saya şêniyên herêmê DAÎŞ ji herêmê tine bûn û got: “Îro em li vir kom bûne da lehengekê ku ji bo parastina xak û rûmeta xwe canê xwe feda kir, veşêrin."

Hesen anî ziman, şaneyên ku dewletên derve kirine ajande, niha di nav destên hêzên wan de ne û ew ê tola şehîd Mihemed û hemû şehîdan rakirin û hesab ji hemû sûcdaran bixwazin.

Li ser navê Komîteya Hundirîn Hevseroka Komîteya Hundirîn a Meclîsa Sivîl a Reqayê Îvan Mehmûd axivî û îşaret bi berdêlên ku Hêzên Ewlehiya Hundirîn dane kir û  got: “Ji bo parastina ewlehî û aştiya herêmên xwe, parastina şêniyên xwe û destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebat kirin û berdêl dan."

Endamê Saziya Malbatên Şehîdan a Keramê Ibtîsam Ehmed nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Şehîd bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re li Goristana Şehîd Sêvdar spartin axê.