Şehîd Elî El-Elî li Minbicê hate veşartin

Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Elî-El Elî li Minbicê bi merasîmekê hate veşartin.

Ji bo veşartina cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Elî El-Elî bi sedan kes li şehîdgeha li Minbicê li hev civiyan. Di merasîmê de şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Hisên El-Hentawî û Suhêl Etmûna û şervanê Meclîsa Leşkerî ya babê Ehmed Berho yên di demên cuda de şehîd bûn hatin bîranîn.

Piştî merasîma leşkerî ya Hêzên Erka Xweparastinê, ji Komîteya Malbatên Şehîdan a Minbicê Kefa El-Elî, Serokê Navenda Karên Olî Elî El-Cemîl û ji Fermandarên meclîsa Leşkerî ya Minbicê Seyîd El-Cebe axivîn.

Li dû axaftinan belgeyên şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Cenazeyê şehîd El-Elî li ber dirûşm û tilîliyan hate veşartin.