Şamî: Divê Sûriye bi temamî li ber dagirkeriyê rabe

Berpirsyarê Çapemeniyê yê QSD'ê Ferhad Şamî bal kişand ser aliyên siyasî û 'sivîl' ên gavên dewleta Tirk ên ji bo mayindekirina dagirkeriyê û got, "Divê gel û hêzên Sûriyeyê hemû li ber rabin.

Berpirsyarê Çapemeniyê yê QSD'ê Ferhad Şamî li ser êrişên dewleta Tirk ên li ser gelek herêmên Sûriyeyê, her wiha plana ji bo dagirkirin û desteserkirina herêman ji ANF'ê re nirxand.

Ferhad Şamî anî ziman ku di vê demê de dewleta Tirk bi taybetî êrişên li ser Eyn Îsa, Til Temir, Zirgan, Minbic, navçeyên Şêrawa û Şera yên Efrînê giran kiriye û li eniyeke ji 289 kîlometreyî êrişan dike.

Ferhad Şamî ragihand, êriş li dijî gelên herêmê hemûyan e û got, "Bi şerê Ûkraynayê re di navbera dewletên li herêmê de valahiyek çêbû. Lawaziya dewletên li Sûriyeyê bi taybetî yên garantor, firsendê dide ku dewleta Tirk êrişên nû bike û êrişên nû yên dagirkeriyê plan bike. Ji xwe Erdogan û Serokê Fermandariya Giştî yê Tirk bi rengekî eşkere dibêjin ku wê dest bi êrişên nû bikin. Rojane bi sedan tank, cebilxane û leşker ên dewleta Tirk derbasî Sûriyeyê dibin. Bi taybetî hewl didin li xeta Idlibê herêmeke tampon bi Sûriyeyê bidin qebûlkirin.

Erdogan planeke xwe ya berê jinûve dixe rojevê. Dixwaze herêmeke bi navê 'herêma tampon' li sernaserê sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bike. Ev herêm ne tenê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê digire nava xwe, xwestin ku li xeta Bakkur û Başûrê Sûriyeyê jî heman projeyê pêk bînin. Li vê herêmê Lazkiye, bakurê Hemayê, Hûms, Rojava û bakurê Helebê, her wiha Idlibê digire nava xwe. Herêmên li rojhilatê Helebê jî heta bi Bab, Mare, Ezaz, Til Koçer, Dêrik û Şengalê dixwaze herêmeke dagirkirî ava bike. Di vir de dixwaze li dijî Kurd, Asûrî, Ermen û Erebên li ber siyaseta dagirkeriyê radibin qirkirinê bikin."

Ferhad Şamî di vê çarçoveyê de bal kişand ser daxuyaniyên dawî yên Erdogan ku dibêje wê milyonek penaberên Sûriyeyî bişîne û got, "Projeya milyonek Sûriyeyî ku Erdogan qalê dike, parçeyek ji xeyala dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Sûriyeyê ye. Dewleta Tirk ji sala 1916'an û vir ve xwest vê yekê bi rê û rêbazên cuda bi cih bîne. Diyar e ku li Sûriyeyê hikumeteke lawaz heye, artêşeke lawaz heye, hin hêzên navneteweyî jî li Sûriyeyê berjewendiyên xwe hene. Hewl dide sûdê ji van hemûyan werbigire. Her wiha hin hêzên navneteweyî jî li Sûriyeyê her tim dewleta Tirk li dijî Rûsyayê bi kar tînin. Salên 1957, 1973 û 1998'an ev yek kirin. Hin hêzên navneteweyî mixabin niha jî heman siyasetê dikin."

Ferhad Şamî ragihand ku dewleta Tirk niha jî dixwaze kirasekî sivîl li projeya xwe bike, bi vî rengî bi cih bîne û wiha dewam kir, "Demên berê projeyên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi rengê leşkerî dihatin meşandin. Vê carê bi sûdwergirtina ji tecrûbeyên berê dixwaze dagirkeriya li ser xaka Sûriyeyê bi rêbazên cuda pêk bîne. Lewma jî dibêje 'ez ê milyonek penaberî vegerînim'. Mebesta wî ji milyonek kesî ew mirovên ji Hûms, Derea, Şam û Idlibê ne ku beşeke girîng a wan niha bi dewleta Tirk re ne. Dewleta Tirk wê bi bikaranîna van bixwaze hebûna xwe ya leşkerî mayinde bike. Ji bo vê jî hincetekê ji xwe re diafirîne. Ya rast ev yek dagirkeriyeke veşartî ye. Bi vî rengî dixwaze demografiyê biguherîne, xelkê esasî yê herêmê ji van deveran derxîne û yên bi xwe ve girêdayî ne lê bi cih bike."

Bi dewamî Ferhad Şamî got, "Bi yên ku bên re wê artêşekê ava bikin. Yanî wê hêzekê ji wan çêbikin û ev hêz wê bibe alternatîfa artêşa hikumeta Sûriyeyê. Lewma jî projeyeke gelekî metirsîdar e. Projeya ku Erdogan dide pêş ne tenê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ji ber vê yekê ji bo temamiya Sûriyeyê xetere ye. Eger Erdogan karibe vê projeya xwe pêk bîne wê li Şamê karibe nimêjê bike."

Berdevkê Çapemeniyê yê QSD'ê anî ziman ku dewleta Tirk bi vê projeyê dixwaze dagirkeriya xwe mayinde bike û got, "Ji ber ku hebûna leşkerî her tim demkî ye, lê belê bi bikaranîna sivîlan dixwaze vê rîskê ji holê rake û dagirkeriyê mayinde bike. Wê bibe belayê serê Sûriyeyê. Bêguman ev yek ji bo tevahiya Sûriyeyê wê bibe metirsiyeke mezin."

Ferhad Şamî destnîşan kir ku têkbirina vê plana dagirkeran ne tenê wezîfeya QSD'ê ye, ne tenê wezîfeyeke leşkerî ye, wezîfeya tevahiya Sûriyeyê ye û wiha dewam kir, "Bêguman hin herêmên hatine dagirkirin herêmên QSD'ê ne, lê belê Idlib di destê hikumeta Şamê de bû, Hûms jî. Lewma rabûna li ber vê projeya dewleta Tirk wezîfeya tevahiya Sûriyeyê û hikumeta Şamê ye. Plana sala 1925'an a dewleta Tirk ne tenê bi helwesteke leşkerî hate astengkirin. Gelê Sûriyeyê li dijî vê çalakî kir. Dakete qadan. Li Hûms, Hema û Helebê girseyên mezin ên gel daketin qadan. Bi milyonan mirovên ji xelkê Sûriyeyê li ber dagirkeriyê rabûn. Niha jî ji bo têkbirina planên heyî yên dagirkeriyê divê gelên Sûriyeyê bibin yek û helwestê nîşan bidin. Di heman demê de divê bibe hinceta yekîtiya gelên Sûriyeyê."

Ferhad Şamî anî ziman ku heta niha QSD'ê pêşî li planên dewleta Tirk ên dagirkeriyê girtiye û got, "Lewma hikumet û artêşa Şamê deyndarê QSD'ê ne. Eger ne ji QSD'ê bûya wê Erdogan li Mizgefta Emewî nimêj bikira. Lewma bi hêrseke mezin êrişî QSD'ê dike. Divê ev yek baş were fêhmkirin, Erdogan di vir de ne tenê li dijî QSD û Kurdan e, li dijî tevahiya Kurdistanê, gelê herêmê û tevahiya Rojhilata Navîn e.

Ne ji berxwedana QSD'ê bûya Heleb wê nemabûya. Her wiha ne ji berxwedana me ya li Eyn Îsa, Til Temir û Zirganê bûya, herêmên din ên Sûriyeyê nedibûn. Bêguman me heta niha çawa li ber xwe dabin em ê ji niha û pê ve jî li ber xwe bidin. Li gel gavên me yên siyasî û dîplomatîk wê gavên me yên leşkerî jî hebin. Her wiha eger em hêzekê bibînin ku bi ruhê neteweyî û ji dil li dijî dagirkeran şer dike, em ê pê re tifaqê bikin, hevkariyê bikin û dagirkeran ji xaka Sûriyeyê derxînin."