Îsraîlê li gelek deverên Sûriyeyê da
Îsraîlê di nava çar rojan de du caran li 'hedefên leşkerî' yên li Sûriyeyê xist.
Îsraîlê di nava çar rojan de du caran li 'hedefên leşkerî' yên li Sûriyeyê xist.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a hikumeta Şamê (SANA), Îsraîlê bi fuzeyan êriş bir ser herêma Zakiya. Hate ragihandin ku ji ber êrişê xisara madî bûye, lê belê li ser cihên êriş lê hatine kirin agahî nehate dayin.
Li gorî Saziya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, cihên ku êriş lê hatiye kirin depoyên çek û cebilxaneyan ên milîsên alîgirê Îranê û nuqteyên artêşa Sûriyeyê ne.
Îran û Hîzbûllah a Lubnanê ku li ber çavê Îsraîlê 'dijmin' e piştgiriyê didin hikumeta Şamê.
Roja Şemiyê, 5 milîsên alîgirê Îranê li derdora Şamê di êrişa Îsraîlê de hatibûn kuştin.